Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin 2022-07-03 15:55:29   BEDLÎS - Li hin gund û mezrayên navçeya Tetwana Bedlîsê qedexeya derketina derve hat îlankirin û operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Hate diyarkirin ku li gundên Sallica, Ozeklî, Teknecîk û mezrayên girêdayî van gundan yên navçeya Tetwana Bedlîsê operasyon hatiye destpêkirin. Walîtiya Bedlîsê ligel operasyona hatiye destpêkirin li herêma ku gund û mezra tê de ne, qedexeya derketina derve îlan kir.    Walitiyê di daxûyaniya xwe de têkildarî dema qedexeya derketina derve tu agahî parve nekirin.