Bi wêneyan kongreya HDP’ê 2022-07-03 16:18:01   ENQERE – Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê de dîmenên rengîn derketin holê.    Bi wesîleya 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bi hezaran kes li Enqereyê hatin ba hev. Di rewşeke ku gefa girtinê li HDP’ê tê xwarin de bi hezaran kesan di kongreyê de peyamên girîng dan. Di dema kongreyê de dîmenên rengîn derketin holê.    * Dema bi dehhezaran kes ji bo şehîdên şoreş û demokrasiyê rêzê digirin.    * Girseya li dora daholvanê biçûk ê kongreyê Reşo hêdî hêdî kom dibû.   * Esnafên Enqereyê ku ev demeke dirêje kongreyên HDP’ê dişopînin digotin “Çaya qaçax li vê derê ye” û çay difirotin.   * Armanca kongreyê ya girseya li derveyî eywanê gerandina govendê bû.    * Delegeyên HDP’ê hêj ji saetên serê sibehê ve li ser peywira xwe bûn.    * Di destê gelek welatiyan de şaxên zeytûnan hebûn û wisa ketin hundir. Dema em bi welatiyan re diaxivîn, tiştên li Efrînê qewimîn bi bîr xistin û gotin ku şaxên zeytûnan sembola aştiyê ne.    * Jinên ku cil û berên neteweyî yên xemrî li xwe kiribûn, di ketina eywanê de bala hemû kesî kişandin.    * Li ser lingekî, rêzê digire...    * Dayika Aştiyê di tevahiya kongreyê de di weşana zindî de bû.    * Xebatkarên Çapemeniya Azad li gel 16 hevalên xwe yên girtî li eywanê bûn.    * Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi dirûşman di nava eywanê de meşiyan.    * Azadî Kaya ku ji ber gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Jiyana ku bêriya wê tê kirin ne bi mucîzeyan lê bi şoreşê dibe” bûbû fenomen jî li eywana kongreyê bû.    * Kedkarên ku bi rojan ji bo kongreyê amadekarî dikirin, di saetên nîvro de derfet dîtin ku bêhna xwe vedin.    * Girseya ku nekarî bikeve eywanê, li ber ekranên mezin ên li derve hatine danîn kongreyê dişopînin.    * Jinan rengên kesk, sor û zer gerandin.    * Pêkhateyên HDP’ê kongreyê silav dikin.