Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin 2022-07-03 16:23:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan navenda wê Edene li 5 bajaran bi ser malan de girtin û 37 kes binçavkiribûn. Dema binçavkiriyên ku hefteyeke li miduriyeta polîsan tên ragirtin 4 roj din hate dirêjkirin.     Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de di 27’ê hezîranê de derbarê 38 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Edene, li Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser gelek malan de hate girtin û 37 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku kesên hatine binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "li ser navê rêxistinê xebat bi rê ve birine" hatine binçavkirin û li ser dosyaya wan biryara nepen heye. 37 kesên hefteyeke li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên ragirtin û hêj îfadeyên wan nehatine wergirtin ji bo dema binçavkirina wan cara duyemîn bê dirêjkirin anîn edliyeyê. Li ser daxwaza dozgeriyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar a Edeneyê, dema binçavkirina 37 kesan 4 roj din dirêj kir. Piştî biryarê 37 kes careke din birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.    NAVÊN BİNÇAVKIRIYAN   Navên kesên di bin çavan de wiha ne: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Ayşe Irmak, Şîrvan Aksoy û Tacettîn Başar.