Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye 2022-07-03 16:47:04   ENQERE - Dîroknas Tarik Ziya Ekîncî ku di Lijneya Şewrê ya HDP’ê de cih digire di peyama xwe ya ji bo kongreyê şand de wiha got: “Yekane rê ya ku Tirkiyeyê ji bêhiqûqiya aborî, siyasî, îdarî û hiqûqî ya ku ketiye nav, rizgar bike, HDP ye.”   Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Eywana Sporê ya Enqereyê li dar dixe, berdewam dike. Bal keşe ku di kongreya bi dirûşmeya “Çareserî em in” tê lidarxistin, herî zêde jin û ciwan beşdar bûn. Kesên nikaribûn bikevin eywanê, bi dika li derveyî eywanê hate danîn kongre temaşe kirin.  Peyamên li eywanê hatin dayîn hem li eywanê hem jî li derveyî eywanê bi baldarî hatin guhdarkirin.    Li eywanê di dema axaftinan de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” , “HDP gel e gel li vir e” hatin berzkirin.    YAPICI:  BI TENA SERÊ XWE XELASÎ NÎNE   Peyamên piştevaniyê yên ji kongreye re hatin şandin hatin xwendin. Peyama Mucella Yapıcı ku ji Doza Geziyê girtî ye hate xwendin. Yapici, wiha got: “Ez kongreya we bi hêviya bi hev re ji rojên tarî derkevin û ber bi rojê ve biçin silav dikim. Ez kongreya we bi hêviya derketina ji van rojên tarî ku hiş, fikir, keyf û hêviya me dîl girtî ne û herî zêde pêwîstiya me bi edalet, wekhevî û aştiyê heye silav dikim. Bi tena serê xwe xelasî nîne, yan bi hev re yan jî ji bo tu kesê nîne.”   TARIK ZIYA EKÎNCÎ: YEKANE RÊ HDP YE    Dîroknas Tarik Ziya Ekîncî yê di Lijneya Şêwrê ya HDP’ê de cih digire jî ji kongreyê re peyamek şand. Ekîncî yê diyar kir ku ji ber tenduristiya xwe nikarî tev li bibe, di peyama xwe de cih da van gotinan: “Kongreya Mezin li demekî ku desthilat bi hemû amûrên tundiyê yên dewletê êrişî HDP’ê dike û doza girtinê tê dîtin de tê kirin. Li dijî vê xebatên kongreyê bi kelecaneke mezin hatine temamkirin û li ser dika siyaseta cîhanê de cihê xwe girtî ye. Yekane rêya ku Tirkiyeyê ji nelirêtiya aborî, siyasî, îdarî û hiqûqî ya ketiyê rizgar bike, rêgezên gelparêz û zanîst ên di 5’emîn Kongreya Mezin a HDP’ê de hatine wergirtinin. Ez birayên xwe yên fedakar ên 5’emîn Kongreya Mezin a HDP’ê amadekirine ji dil û can pîroz dikim.”   TJA: ÇARESERÎ JIN IN    Tevgera Jinên Azad (TJA) jî ji kongreyê re peyam şand. TJA’yê di peyama xwe de wiha got: “Weke TJA em delegasyonê û hemû jinan bi ruhê tevgera jinê bi coş û baweriyeke mezin silav dikin. HDP 5’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî di serdemeke dîrokî de li dar dixe. Em weke TJA’yê îro bi hemû hêza xwe li salona kongreyê ne û em HDP’ê diparêzin. HDP îro destkeftiya jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî ye. HDP îro bûye sîwana têkoşîna jin û gelan. Ji ber vê jî çareseriya hemû êriş, şer û krîza aborî ya li Tirkiyeyê û Kurdistanê diqewime HDP ye. Çareserî jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Çareserî ciwan in, çareserî siyaseta demokratîk a bi gel re ye. Çareserî em in, serkeftin ya me ye. Jin jiyan azadî.”   Di kongreyê de silavên endamê Heyeta Îmraliyê yê li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin Îdrîs Balûken, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê yê berê Bekîr Kaya û akademîsyen Nesrîn Nas hatin ragihandin.    PÊKHATEYÊN HDP’Ê BI DEH HEZARAN KES SILAV KIRIN   Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, Berdevkên Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali û Sezgîn Kartal li gel Hevserokên Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûr bi deh hezaran kes silav kirin. Ji bo nûnerên pêkhateyan demekî dirêj bi dirûşmeyan bi çepikan dan.      RAPORA XEBATÊ HATE RAGIHANDIN   Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Ozlem Gunduz Rapora Xebatê aşkere kir. Dû re Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî Rapora Xebatê ya Meclîsa Jinan xwend.    Rapora Xebatê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî Arjîn Tuncel xwend.  Piştî xwendina raporên xebatê, Firat Keser jî Rapora Malî xwend. Raporên pişt re pêşkeşî dengdayînê hatin kirin, hatin qebûlkirin.