Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin 2022-07-03 18:16:43   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi bayê bezê derbarê kongreya HDP'ê de bi îdiaya "propaganda rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqereyê Kongreya Asayî ya 5'emîn bi dirûşma "Çareserî em in, serkeftin ya me ye" li dar xist. Ji çar aliyên Tirkiyeyê û ji gelek deverên dinyayê girseyek qelebalix tev li kongreyê bû û bi kelecan hat lidarxistin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi bayê bezê bi îdiaya "propaganda rêxistinê hatiye kirin" derbarê kongreya HDP'ê de lêpirsîn da destpêkirin.