Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê 2022-07-03 18:28:28 ENQERE - Di 5'emîn Kongreya Mezin a HDP'ê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji nû ve hatin bijartin.    Kongreya Asayî ya Mezin a 5'emîn a HDP'ê li Enqereyê bi coşek mezin hat lidarxistin û bi dawî bû. Di hilbijartina hat kirin de ji hezar û 50 delegeyan 806 delegeyan deng bikar anîn.    Di encama dengdayînê de 797 deng derbasdar hatin jimartin û 9 deng jî nederbasdar hatin bijartin. Bi vê hilbijartinê carek din Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo hevserokatiyê hatin bijartin. 50 kes jî ji bo Meclisa Partiyê (PM), Desteya Dîsiplînê ya Navendî û Desteya Lihevkirinê hatin bijartin.