Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist 2022-07-03 21:08:02     AMED - Koma Zarok Ma û Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya Xwendekarên Akademiya Zarokan a Ma'yê bi konserek coş derket ser dikê û salvegera xwe pîroz kir.   Akademiya Ma Muzîkê di çerçoveya yekemîn salvegera damezirandina Zarok Ma'yê de bernameyên xwe didomîne. Tekîldarî bernameyan îro jî Koma Zarok MA û Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya Xwendekarên Akademiya Zarokan a Ma Muzîkê li li Sehneya Servekirî ya Zarok Ma'yê hat lidarxistin. Şagirt û malbatên xwe beşdarî konserê bûn.    ZAROK Û KELEŞO   Ewil Koma Zarok Ma bi çepikên temaşevanan derket ser dikê û bi strana gelerî 'Heylo Dilo' dest bi konserê kirin. Piştî konsera Koma Zarok Ma , Orkestraya Rîtmên Xwezeyî bi enstrumanên wekî bîdon, kevçî û pet derket ser dikê. Orkestra bi strana 'Zimanê kurdî' dest bi strandinê kir. Pişt re jî strana 'Keleşo' zarokan û malbatan pêk ve gotin.    'ZAROKÊN XWE BÊSTRANÊN KURDÎ NAHÊLIN'   Piştî konserê perwerdekarê Ma Musicê Şêrko Kanîwar  axaftinek kurt kir . Kanîwar spasiya malbatan kir û ku zarokên xwe dişînin Zarok Ma'yê û got:"Em li dijî hemû qedexekirinan, zarokên xwe bêstranên kurdî nahêlin."   Konser bi gerandina govendê bi dawî bû.