Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn 2022-07-03 22:10:43       WAN - Leşkeran û cerdevanan li gundê Karahîsara bi ser navçeya Seraya Wanê ve dolmîşek penaberan gulebaran kir. Di êrişê de zarokek 4 salî yê penaber hat kuştin û herî kêm 13 penaber jî birîndar bûn.    Li gundê Karahîsara bi ser navçeya Seraya Wanê ve bûyerek xemgîn qewimî. Leşkeran û cerdevanan dolmîşek ku penaberên Afgan lê siwar bûn gulebaran kir. Di êrişê de zarokek 4 salî yê penaber hat kuştin û herî kêm 13 penaber jî birîndar bûn. Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyên li bajêr.