ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-04 09:00:02   * Rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût dema di sala 2009’an tê girtin, ew û belavkarên rojnameyê hev nas dikin û pişt re biryara bibe rojnamevan dide. Bûlût ê ku hêjayî xelatên rojnamevaniyê hat dîtin, carek din bi 15 hevalên xwe rojnamevan re hat girtin.    * Piştî eşkerekirina mûçeyê kêmanî, xelkê Amedê bertek nîşanê hindikbûna mûçeyê kêmanî da û gotin: “Haya têran ji birçiyan nîne. Ji ber polîtîkayên xerab û şaş mixabin em hatine vê rewşê.”   * Îzettîn Sevîlgen ê 30 sal berê li navçeya Dihê ya Sêrtê hat girtin tevî ku cezayê wî qediyaye jî berdana wî tê astengkirin. Sevîlgen ji malbata xwe re gotiye “Wê min li vir bikujin” û bang hestiyariyê li raya giştî kiriye.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 483'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna 26'emîn a Doza JÎTEM'a Kerboranê dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna 14'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)