Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye! 2022-07-04 09:01:05 AMED - Rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût dema di sala 2009’an tê girtin, ew û belavkarên rojnameyê hev nas dikin û pişt re biryara bibe rojnamevan dide. Bûlût ê ku hêjayî xelatên rojnamevaniyê hat dîtin, carek din bi 15 hevalên xwe rojnamevan re hat girtin.    Yek ji edîtorên Rojnameya Xwebûnê ya heftane weşanê dike Zeynel Abidîn Bûlût di 16’ê hezîranê de bi 15 hevalên xwe rojnamevan re hat girtin. Bûlût jî wek hevpîşeyên xwe bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê Dadgeha Amedê ve hat girtin. Di darizandina dozgeriyê û dadgeriyê de pirsên têkildarî rojnamevaniyê ji Bûlût hatin kirin. Bûlût bi vê girtina dawî re carek din çû nav çar dîwarên ku cara ewil dest bi rojnamevaniyê kiribû.      LI GIRTÎGEHÊ DEST BI ROJNAMEVANIYÊ DIKE     Bûlût cara ewil di sala 2009’an de hat girtin. Bûlût derdikeve ku biçe ji hevjîna xwe ku welîdiye re xwarinê bîne, lê venagere û piştî sê salan ew tê malê. Di kêliya ku ji malê derdikeve li kolana mala wan xwepêşandanek civakî heye û ew di nava xwepêşandanê de dimîne û ji ber ku egal di stûyê wî de ye tê binçavkirin û pişt re jî tê girtin. Bi îdiaya “ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 4 sak û 8 meh cezayê hefsê li Bûlût tê birîn. 3 sal şûnve tê berdan. Wextê ku girtî ye bi belavkarê rojnameya Azadiya Welat ên girtî re nasîna wî çêdibe û ew belavkar bandorê li serê dikin. Piştî Bûlût tê berdan di sala 2012’an de bi belavkariya rojnameyê dest bi rojnamevaniyê dike. Bûlût pişt re li Rojnameya Azadiya Welat a ku di sala 2016'an de bi biryarnameya OHAL’ê hat girtin, dest bi nûçegihaniyê dike. Bûlût di rojnameyê de gelek nûçeyên çand û hunerê ku mohra li rojevê dan, çêkirin. Bûlût di îlona 2015'an de bi hêceta “gumana maqûl” bi 32 hevpîşeyên xwe re hat binçavkirin. Bûlût 25’ê tîrmeha 2016’an de bû edîtorê Azadiya Welat. Bûlût ji ber ku cezayê wî berê hat erêkirin, carek din hat girtin û 6 mehan di hefsê de ma û pişt re hat berdan.    Binçavkirin û lêpirsînan qet dest ji Bûlût berneda. Bûlût ji ber ku nûçeyên têkildarî hevpîşeyê xwe Rohat Aktaş ê di sala 2016’an de li jêrzemînên Cizîrê hat qetilkirin çêkir û belav kir, bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” di sala 2019’an de derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin. Bûlût di sala 2020’an de jî di bîranîna hevpîşeyê xwe Mazlûm Erencî de bi hêceta ku rêz girt û beşdaran vexwend rêzgirtinê hat binçavkirin û piştî ku hat berdan derbarê wî de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin û 10 meh cezayê hefsê lê hat birîn. Bûlût piştî girtina rojnameya Azadiya Welat, di rojnameyên Rojeva Medya, Welat û E-Rojname de xebatên xwe yên pîşeyî berdewam kir.    Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen qala hevpîşeyê xwe Bûlût kir û diyar kir ku ew di serdema Azadiya Welat de bi hev re xebitî ne û heta niha karê xwe li gel hev berdewam dikin.    HER TIM DI NAVA LÊGERÎNÊ DE BÛ    Esen da zanîn ku hevpîşeyên wî ku hatine girtin hemû di qada xwe de serkeftî bûne û ji rojnamevanên hatine girtin herî zêde ew bi Zeynel re xebitî ye. Esen bi bîr xist ku wî û Zeynel di sala 2015’an de li Rojnameya Azadiya Welat de hev nas kirine û got: “Zeynel di wê serdemê de li rûpela çand û hunerê ya rojnameyê dinêhirî. Her tim li pey nûçeyan bû. Her tim xwe li pêş dixist. Çenteyek wî hebû her tim sazî bi sazî û herêm bi herêm digeriya û nûçeyan çêdikir. Bi taybetî di lêgerîna nûçeyên taybet de gelek jîr bû. Li Mêrdînê gundek êzidiyan hebû û qet nedihat zanîn ku aydê êzidiyan e. Li pey şopa nûçeyê ket û derxist holê ku ev gundekî kevnare yê êzidiyan e.”   ISRARA BI KURDÎ   Esen anî ziman ku ew nûçeya Bûlût ya têkildarî gundê êzidiyan hêjayî xelatê hat dîtin û wî di nûçeyên kurdî de her tim israr kir. Esen destnîşan kir ku her çiqas îktidarê rojnameyan girt û qedexe kir jî lê Zeynel qet dest ji rojnamevaniya kurdî berneda û heta niha rojnamevaniya wî didome.    TERZÊ XEBATA BÛLÛT    Esen bal kişand ser terzê xebata Bûlût û got: “Wî qet xwe bi nûçeyên ajansan re bi sînor nedikir. Her tim wî bi nûçeyên taybet ku wî amade dikir û rûpela xwe tije dikir. Her tim di nava lêgerînê de bû. Herî dawî em di Xwebûnê de bi hev re dixebitîn û ji bo rojnameyê li kanala Youtube amade dikir û her wiha podcasta rojnameyê amade dikir. Ji xeynî saetên kar jî ew her tim dixebitî. Li Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê jî rêveber bû û bi awayek çalak dixebitî. Me di navbera xwe de jê re digot rûspiyê rojnameyê. Di her mijarê de hevalek me yê hestiyar bû.”    ‘DÊ EV OPERASYON JÎ BI SER NEKEVE’    Esen da zanîn ku medyaya kurdî bi salane bi zext û êrişan re rûbirû dimîne û hemû hevpîşeyên wan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin. Esen anî ziman ku wê ev zext û operasyon jî bi ser nekeve û dê medyaya kurdî bêdeng nebe û bi heman kelecanê xebata xwe berdewam bike.   MA / Mehmet Guleş