Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in 2022-07-04 09:02:54 AMED - Piştî eşkerekirina mûçeyê kêmtirîn, xelkê Amedê bertek nîşanê hindikbûna mûçeyê kêmtirîn da û gotin: “Haya têran ji birçiyan nîne. Ji ber polîtîkayên xerab û şaş mixabin em hatine vê rewşê.”   Di rapora Sendikayê Karkerên Tirkiyeyê (TÜRK- İŞ) de hat eşkerê kirin ku di meha hezîrana 2022’yan de malbatek ku çar kes lê dijîn sînorê birçîbûyînê 6 hezar û 391 lîre ye, sînorê xizaniyê jî 20 hezar û 818 lîre bûye. Di heman demê de li gorî reqamên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona meha gulanê ji sedî 79,50 zêde bûye. Li hemberê wan reqemên jor, desthilatdariyê di 1 tîrmehê de mûçeyê kêmtirîn ji sedî 30 zêde kir û ji 4 hezar û 253 lireyî derxist 5 hezar û 500 lîreyî. Lê dîsa jî di bin reqamên enflasyonê de ma.    Di roja ku mûçeyê kêmanî dihat eşkere kirin de Wezîrê Aborî û Maliyeyê Nûreddin Nebatî li Amedê di serdanekê de axivîbû û weke her carê pesnê aboriyê dabû û mîna ku li vî welatî krîza aborî tinebe mînak nîşan dabûn.   Welatiyên Amedê derbarê zêdekirina mûçeyê kêmanî û daxuyaniyên Nureddîn Nebatî de axivîn. Welatiyan bal kişandin ser polîtîkayên aboriyê û nerazîbûn nîşanê krîza aborî dan.     Welatî Serdar Eşîn da zanîn ku mûçeyê kemanî li gor bihabûna her tiştê li welat, zêdebûyîna enflasyonê têra tu kesî nake û yê ku vê mûçeyê eşkere kirine ew jî baş dizanin û got: “Ew reqam li gorî heqîqatê civakê naye eşkerekirin. Îro malbatek ku sê çar ferdên wê hene, herî kêm hewceye ku derdora 10-12 hezar lîre heqedest bigirin. Lê bi vî awayî dikarin debara xwe bikin. Ji ber ku îro kirêya xaniyekî ji 3 hezarî kêmtir nîne, mitbex, xwarin, nexweşxane, dibistan li gor van pîvanan malbatekî lazime herî hindik 12 hezar bistîne ku bikarebe debarê xwe bike. Dema hesabê li îktidarê tê welatên Ewropayê wekî mînak ji xwe re digirin, lê çima di meseleya mûçeyê kêmtirîn de mînak nagirin, di vir de zilm heye, heqeret heye.”   ‘EM BI VÊ TIŞTÊN BERADAYÎ NAYÊN XAPANDIN’   Eşîn bertek nîşanî gotin û daxuyaniyên Wezîrê Aboriyê Nebatî ku gotûbû ‘Tirkiye bi pêş ve diçe û her tim mezin dibe’ da û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê siyasetek tê avakirin û ne li gorî rastiya civaka civakê tê kirin. Tirkiye çi dike, tu hilberandina wê nîne, li ku bi pêş ve çûye? Lê însanên ku rojevê dişopînin bi gotin û daxuyaniyên wan beradayî nayên xapandin. Yên ku hevalbendê wan in jixwe rewşa wan xweş e û tu pirsgirêka wan tune ye. Meseleya wan wekî gotinek heye ‘Haya têran ji birçiyan nîne’ dide nîşandan. Ew ji rastiya civakê qetiyan e û dûr ketine. Her tişt girêdayî edelatê ye. Enflesyon jî bi edaletê dikare bê kêmkirin. Nexwê wê hemû tişt têk biçe. Ev xelk di xema tu kesî de nîne, ji ber polîtîkayên xerab û şaş mixabin em hatine vê rewşê.”   ‘MIROVAN BIRÇÎ DIHÊLIN DA KU HEWCEYÎ WAN BIBIN’    Welatiyê bi navê Îdrîs Çoban jî ku bi mûçeyê kêmtirîn dixebite diyar kir ku mûçe distîne têra kesekî nake û li gorî pêdîvêyên rojane pir hindike û wiha got: “Heke bixwazin dikarin mûçeyê pir bikin lê bi zanabûne nakin, mirovan birçî dihêlin ku sibê heta êvarê bixebitin. Tişt nefikirin û jê pirsan nekin da ku hewceyî wan bibin. Yên ku bi heqdestê kêmtirîn dixebitin, ji bo zikê xwe têr bike mijûl e. Yên dewlemend ango têr jî feqîr ne di xema wan de ne. Niha ez mûçeya xwe digirim têra min nake, kire, xwarin, zarok jî hene û lewma em deyndar dibin. Hewceye ku li gorî piyaseyê niha herî kêm divê mûçeyê kêmtirîn 9-10 hezar bûya. Mûçeyê kêmtirîn zêde dibe bihabûn jî zêde dibe wisa nabe. Guhertina vê tiştê di destê me de ye, heke em bibin yek wê pergal biguhere.”    ‘WEZÎRÊ ABORIYÊ CIDÎ NAGIRIM’    Çoban bal kişand ser gotin û daxuyaniyên Wezîrê Aboriyê Nebatî û got: “Derewan dike tu pêşketin tune ye. Ez wezîrê aboriyê cidî nagirim ew ê ku dibêje ‘li hundirê çavê min binêre’ ew ne girîng e tişta girîng afirandin û başkirina rewşa xelkê ye. Jiyanekî adil tune ye. Hewceye ku budçeyek adil were parvekirin. Lê em dibînin ku budçe ji bo şer tê veqetandin. Nifşên ku wê li pey me rabin, çawa bibin, dizî, hevxistin, wahşet, berdan ji be vê yekê zêde bûye. Ew yek qederê me nîne û em dikarin vê tiştê biguherînin. Ewnan çawa ku ji me vêrgî digirin hewceye ku vegerê vî jî edîl be. Mûçeyê kêmanî zêde dibe di heman demê de tiştên din jî zêde dibe wekî çarxa bêsûd dibe wisa nabe.”   ‘ZIKÊ WAN TÊRE QEY DIBÊJIN Ê XELKÊ JÎ TÊRE’    Ji şêniyên Amedê Berken Zer jî bi lêv kir ku ji ber zemên tên kirin mûçeyê kêmtirîn bibe 8 hezar jî têrê nake û got: “Mîrovên ku mûçeyê kêmtirîn nagirin jî jixwe nikarin debara xwe bikin. Îktidar berîka xwe û alîgirên xwe tije dike, lê berîka xelkê jî feqîr e. Ji ber ku rewşa wan baş e, kêfa wan jî li cih e. Zikê wan têre qey dibêjin zikê xelkê jî têre. Tenê zikê xwe difikirin.” Zer bal kişand ser daxuyaniyên Wezirê Aboriyê û wiha pêde çû: “Ji rastiya xelkê dûr in. Wezîr wê rojê hat Amedê. Wezîrek tê lê bi sedan kes li dorê kom bû û ketin lokantayekî û nêzî 20 milyar dan xwarina xwe û çûn. Kesek vî 20 milyarî di xeyala xwe de jî nabîne. Ew mehê pênc şeş mûçeyan digirin û kêfa wan xweş e. Budçe ji bo fistikê wan tê veqetandin û li ba hev fistikan dixwin. Pere gişt li ser fistikê wan diçe. Bi milyaran deynê wan çerezan derket.”    ‘DEWLET BI KEVÇÎ DIDE BI ÇOÇOKÊ HILDIDE’    Ferhat Yusufoglu ku xwendekarê zanîngehê ye jî anî ziman ku li welêt kesên ku 15 hezar digirin jî nikarin debara xwe bikin û derbarê mijarê de ev tişt got: “Niha kirêya xaniyan derketiye sê çar hezar lîreyan. Kesê ku bi mûçeyê kêmtirîn dixebite wê çawa kirêya xwe bide? Wê ji mala xwe re çi bikire? Bavê min esnafî dike di mehê de 25 hezar lire dahata me heye lê dîsa jî qîma me nake. Heke wisa be wê çawa mûçeyê kêmtirîn qîma kesêkî ango malbetekê bike. Heta mûçeyê kêmtirîn zêde dikin qeweta kirînê zêde bikin hê baştir e, mûçeyê zêde kirin, di heman rojê de gelek tişt hatin bihakirin. Wê hefteyek şûn ve heqê avê, ceyranê jî were zêdekirin. Dewlet li aliyekî bi kevçî dide li aliyekî jî bi çoçikê digire. Pergalekî wisa hatiye avakirin. Mûçeyê kêmtirîn herî hindik hewceye ku 10 hezar lîre be.” Yusufoglu daxuyaniyên Wezîrê Aboriyê Nebatî jî rexne kirin û got: “Ka welat çawa bi pêş ve çûye. Gotin piştî cejnê ew ê baş bibe ka piştî cejnê baş nebû hê zêde bihabûn çêbû. Ew gotinan ji bo ku xelkê bixapînin dikin.”    ‘DIVÊ HERÎ KÊM MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN 10 HEZAR BE’    Mizgîn Zîlan jî bi lêv kir ku heke aborî wisa xerab be mûçeyê kêmtirîn têra tu kesî nake, hewceye ku were zêdekirin û got: “ Heke em piyasayê binêhirin di binê 10 hezarî de tu kes nikare zikê xwe têr bike. Heke ne wisa be, mûçeyê kêmtirîn çi bibe jî qîm nake.” Zîlan destnîşan kir ku heta ku rayedarên vî welatî nekevin nav xelkê wê halê xelkê nizanibin, wê nizanbin xelk çi dijî û xelk çawa debara xwe dike. Zîlan got heke wisa berdewam bike wê xelk bi birçîbûnê re rûbirû bimîne.    ‘DIVÊ ÊDÎ HEMÛ KES RABE SER PÊYA Û TÊBIKOŞE’    Aysel Azar jî zêdekirina mûçeyê kêmtirîn têrkirî nedît û wiha got: “Çiqas zêde bike jî her tişt biha ye, xelk pêrîşan bûye. Xelk hewceyî satilek mast bûye. Satilek mast bûye 100 lîre. Tenekeyek rûn 700 lîre ye. Kîsek arvan bûye 500 lîre. Qîmeta pereyê tirk nemaye. Bi 50 lîreyê diçî dikanê tu tiştek pê nayê. Mûçeyê kêmtirîn çiqas zêde bikin jî qîmeta pere tune ye. Meriv nikare tiştekî bikire.” Azar da zanîn ku îktidar dikare debara xwe bike lê xelk feqîr bûye û divê her kes li ber van zeman rabe ser pêyan û têbikoşin.