Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin 2022-07-04 09:05:44   SÊRT - Îzettîn Sevîlgen ê 30 sal berê li navçeya Dihê ya Sêrtê hat girtin tevî ku cezayê wî qediyaye jî berdana wî tê astengkirin. Sevîlgen ji malbata xwe re gotiye “Wê min li vir bikujin” û bang hestiyariyê li raya giştî kiriye.    Îzettîn Sevîlgen (54) di 15’ê hezîrana 1992’yan de li navçeya Dihê ya Sêrtê tê binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê muebeda giran lê tê birîn. Sevîlgen bi rapora “halê baş nîne” berdana wî ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve hat taloqkirin. Tevî ku cezayê Sevîlgen qediyaye jî li Girtîgeha Gîresûnê ya Tîpa E’yê tê ragirtin. Divê Sevîlgen di 15’ê hezîranê de bihata berdan lê hat hîn bû ku berdana wî hatiye taloqkirin. Berdana Sevîlgen bi hêcetên ku di dîrokên cuda de cezayê dîsiplinê girtiye hat taloqkirin. Sevîlgen di 1’ê tîrmehê de bi telefonê li malbata xwe geriya û ji malbata xwe re ragihand ku berdana wî hatiye taloqkirin û bi awayek kêfî nayê berdan.    40 ROJ ÎŞKENCE LÊ HAT KIRIN Û 30 SAL IN DI HEFSÊ DE YE    Hevjîna Sevîlgen, Husna Sevîlgen diyar kir ku hevjînê wê ragihandiye ku jiyana wî di xeterey3e de ye û 30 sal in zilma li ser wî berdewam dike. Husna Sevîlgen diyar kir ku hevjînê wî dema hatiye girtin 40 rojan bi îşkenceyê re rûbirû maye û wiha got: “Bi îşkenceyê hat binçavkirin û girtin. Bênavber îşkence lê hat kirin. Nehiştin em wî bibînin. Ez û keçika min a du sal û nîv 40 roj li ber midûriyeta polîsan li benda wî sekinînin. Carek jî nîşanî me nedan. Dengê îşkencekirina wî dihat me. Ew roj wek îro di bîra min de ye û ji hişê min naçe.”    Sevîlgen da zanîn ku piştî îşkenceya li hevjînê wê hat kirin hat girtin û wî şandin Girîgeha Sêrtê û wiha domand: “Piştî li Sêrtê demek hat hiştin wî sewqî Amedê kirin. Pişt re jî li girîgehên wek Amasya, Îzmîr, Şirnex, Batman, Wan, Erzirom hat ragirtin. Herî dawî jî wî sewqî Girtîgeha Gîresûn3e kirin. 7 sal in li wê girtîgehê tê ragirtin. Di vê demê de her tim bi binpêkirina mafan re rûbirû ma.”    ‘WÊ MIN BIKUJIN’    Sevîlgen anî ziman ku di girîgehê de nexweşîn li hevjînê wê peyda bûne û got: “Nexweşiya romatizma û dil pê re heye .Di çavê wî de pirsgirêka dîtinê heye. Nexweşiya astim û bronşîtê pê re heye. Dema ket hefsê ciwan bû û niha extiyar bû. Gelek nexweşînên wî hene. Di van 30 salan de zilmek û îşkenceyek lê nehat kirin nema. Wê tam ji hefsê derketa niha jî berdana wî taloq kirin. Wê sê mehên din jî wî di hefsê de bihêlin. Me amadekariyên berdana wî dikir û em kêfxweş bûn. Lê kêfxweşiya me di qirika me de ma. Ez hêvîdarim wê dirêjtir nekin.”    Sevîlgen destnîşan kir ku hevjînê wê di telefonê de jê re gotiye “wê min li vir bikujin” û ji ber vê yekê bi fikar in û wiha got: “Di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ji hemû mafan bêpar maye. Dibêje heta ku rêveberiya girtîgehê wî nekuje dê wî bernedin. Xwest ku bi lez û bez li ser vê yekê were sekinandin. Dema bi telefonê jî diaxivî dengê wî xerab dihat.”    BANGA HESTIYARIYÊ    Sevîlgen ji bo hevjînê xwe banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest hevjînê wê yê 30 sal in bi zilm û îşkenceyê re rûbirû maye tavilê were berdan.    MA / Fethî Balaman