Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome 2022-07-04 09:37:35   ŞIRNEX - Birîna daran ku cerdevanan li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dabûn destpêkirin bênavber didome. Hate hînbûn ku tenê li herêma Besta li 14 noqteyên cuda dest bi birîna daran hatiye kirin.    Di çarçoveya operasyonan de birîna daran ku li daristanên li herêma Besta, Çiyayên Cudî û Gabarê yên Şirnexê hatine destpêkirin bênavber didome. Her sal bi hatina demsala havînê re birîna daran a ku ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin, kelî bi kelî didome. Darên sed salî yên ku tên birîn bi kamyonan tên barkirin û tînin hin noqteyên Şirnexê. Li gorî rapora Midûriyeta Giştî ya Daristanan a sala 2021’an, li Şirnexê li qadên daristanî ji sedî 8 kêm bûn hat tespîtkirin. Li herêmê birîna daran berdewam dike û noqteyên ku dar lê tên birîn wargehên leşkerî tên çêkirin. Birîna daran a li herêmê ber bi aliyê Sêrtê ve berdewam dike û destûr nayê dayîn ku şeniyên herêmê û koçer bikevine herêmê.   LI 14 NOQTEYAN BIRÎNA DARAN HATIYE DESTPÊKIRIN   Li herêma Bestayê yek qadeke ku dar lê nayên birîn nîne, bi tonan dar bi tevlîbûna cerdevanan tên birîn. Hate hînbûn ku niha jî li herêmên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qurteka peşiya, Girêdeyince, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê birîna daran didome. Hate diyarkirin ku darên ku li van herêman tên birîn, li herêma Navyan a girêdayî çiyayê Cûdî tên komkirin û ji wir jî bar dikin kamyonan û dibin.    MIDURIYETA DARISTANÊ "NIKARE" TIŞTEKÎ BIKE   Li dijî birîna daran a li 14 herêman hatiye destpêkirin bêdengiya rayedarên herêmê jî dewam dike, bi birîna daran tê xwestin ku herêmê bi temamî bêbêhn bihêlin. Daxwaznameyên ku şêniyên herêmê ji bo ku darên li herêmên wan bên sekinandin ji Midûriyeta Herêma Daristanan a Rihayê kiribûn jî bi gotina “Ji ber ku qadên leşkerî ne, em nikarin tiştekî bikin” ev daxwaza wan hatibû redkirin.