Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin 2022-07-04 09:54:39   RIHA - Rêveberê HDP’a Rihayê Omer Altun ku ji kongreya mezin a HDP’ê vegeriya, di ketina Rihayê de hat binçavkirin.    Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê Omer Altun (25) ku beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bûbû û duh bi şev vegeriya Rihayê, di ketina bajêr de hat binçavkirin. Hat zanîn ku Omer Altun li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatiye binçavkirin. Altun li Midûriyeta Polîsan a Rihayê tê ragirtin û hat zanîn dê wî bibin Enqereyê.    Serdozgeriya Enqereyê duh daxuyaniyek nivîskî dabû û eşkere kiribû ku bi hêceta “propaganda rêxistinê hatiye kirin” derbarê Kongreya HDP’ê de lêpirsîn daye destpêkirin.