Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye 2022-07-04 11:44:40   ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê yên meha hezîranê enflasyona salane ji sedî 78.62 ye û li gorî mehê ji sedî 4.95 zêde bûye. Li hêla din ENAG’ê jî enflasyona heyî weke ji sedî 175.55 destnîşan kir.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û ENAG’ê ku ji akademîsyenan pêk tê reqemên enflasyonê parve kirin. Li gorî daneyên hatine parvekirin, di nava 24 salên dawî de enflasyona mezêxeran di asta herî bilind de ye. TUÎK’ê reqemên enflasyonê yên meha hezîranê parve kir. Endeksa Fiyet a Mezêxer (TUFE) salane ji sedî 78.62 û mehane jî ji sedî 4.95 zêde bû. Li gorî van daneyan, di nava 24 salên dawî de enflasyona mezêxeran derket asta herî jor.    Li gorî TUÎK’ê; di meha hezîrana sala 2022’yan de TUFE (2003=100) li gorî mehek berê ji sedî 4.95 û li gorî meha kanûnê ya salek berê jî ji sedî 42,35 zêde bûye. Li gorî heman meha sala par ji sedî 78.62 û li gorî nîvekiya 12 mehan jî ji sedî 44.54 zêde bûye.    LI GORÎ ENAG’Ê JI SEDÎ 8,31 ZÊDE BÛYE    Li gorî daneyên ENAG’ê jî di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 8.31 û salane jî derketiye ji sedî 175.55. Her wiha li gorî nîvekiya 6 mehên dawî jî ji sedî 71.44 zêde bûye.