Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene 2022-07-04 11:48:47   ŞIRNEX - Gundiyên mezrayên Newala Îsaaxa û Zûranê ku bertek nîşanî veguhestina saetên ceyranê ya li ser dîrekan dan, rastî mudaxaleya cendirmeyan hatin û di mudaxaleyê de hin kes birîndar bûn.    Li mezrayên Newala Îsaaxa û Zûranê yên girêdayî gûndê Dîrseklî yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera tîmên Şîrketa Anonîm a Belavkarina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku xwestin saetên ceyranê bibin ser dîrekan û gundiyan de nîqaş derket.    Gundiyên ku nedixwestin saetên ceyranê bibin ser dîrekan, nehiştin tîmên DEDAŞ’ê bikevin gund. Li gel vê yekê gelek leşker ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin. Leşkerên ku bi wesayîtên zirxî û tomayan ketine gund, bi gaza îsotê û ava şid mudaxileyî gundiyan kirin.    Mudaxaleya cendirmeyên ku nahêlin gundî li hev kom bibin didome û hat zanîn ku hin welatî birîndar bûne.