Doza Kobanê: Dawiya hefteyê li şahidê veşarî hatiye guhdarkirin 2022-07-04 16:01:32   ENQERE - Di Doza Kobanê de derket holê ku heyeta dadgehê dawiya hefteyê li şahidê veşarî Mahîr guhdar kiriye. Siyasetmedaran bertek nîşanî guhdariya şahidê veşarî da.    Danişîna 14’emîn a Doza Kobanê ku 22 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin di roja 5’emîn de li eywana 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Parlamenter, rêveber, malbatên siyasetmedarên girtî û parêzeran doz şopandin.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên girtî yên din ku li girtîgehên cuda ne bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    DADGEHÊ XWEST ÎFADEYA ŞAHIDÊ VEŞARÎ WERE TEMAŞEKIRIN    Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Heyeta dadgehê xwest ku îfadeyên şahidê veşarî Mahîr ku dawiya hefteyê lê hatiye guhdarîkirin û berê jî bi SEGBÎS’ê îfadeya wî hatiye girtin ji siyasetmedarên girtî û parêzeran re li ser SEGBÎS’ê were temaşekirin. Parêzeran îtîazî vê biryara heyeta dadgehê kir.    ‘EM VÊ RÊBAZÊ RED DIKIN’    Parêzer û siyasetmedar li dijî vê biryara dadgehê derketin û destnîşan kirin ku ew rêbaza dadgehê red dikin û xwestin di hizûra girtî û parêzeran de werin guhdarîkirin.    Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye bi rêya SEGBÎS’ê axivî û destnîşan kir ku ev guhdariya li şahidê veşarî li dijî hiqûqê ye û got: “Hûn dixwazin heyeta xwe jî veşêrin. Tu baweriya me bi we nehat, nayê û wê neyê jî.”    Her wiha Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Gunay Kubilay jî axivîn û li dijî bêrêbaziya dadgehê derketin.    Dadger saetek navber da danişînê.