Konserên Ma Musicê taloq bûn 2022-07-04 16:46:16   AMED - Konsera ku dê bi wesîleya salvegera damezrandina Zarok Ma’yê di 6-7’ê tîrmehê de bihata lidarxistin, hat taloqkirin.    Ma Music Centerê dê di 6-7’ê tîrmehê de bi wesîleya salvegera damezrandina Zarok Ma’yê konser li dar bixista. Ma Musicê ragihand ku konserên wan hatine taloqkirin. Ma Musîcê derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got: “Ji bo konsera me ya 6-7’ê tîrmeha 2022’yan, Orkestraya Mala Muzîkê ya Silêmaniyê ji ber pirsgirêka vîzeyê hîn jî negihaştiye Amedê. Ji ber vê yekê wê konsera me di 6-7’ê tîrmehê de çênebe. Wê roja konserê heta du sê rojan diyar bibe. Em ê dîrokên nû yên konserê bi we re parve bikin. Lê dîsa jî yên ku wê di dîrokên nû de nikaribin tev li konserê bibin, em ê heqê bilêtê wan îade bikin. Ji ber vê pirsgirêka ku ne di destê me de ye, em ji guhdarên xwe û malbatên xwe lêborînê dixwazin.”