Oluç: HDP’ê di kongreyê de peyam da desthilatdarî û muxalefetê 2022-07-04 16:52:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç kongreya partiyê ya duh nirxand û wiha got: “Di vê kongreyê de bersiveke pir vekirî ji kesên hewl didin HDP’ê bigirin re hate dayîn. Jê re hate gotin ku xwe vala vala newestînin.”    Hevberdevkê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Oluç li Meclisê derheqê rojevên heyî civîna çapemeniyê li dar xist.  Di serî de Oluç bal kişand ser reqemên TUÎK û ENAG’ê yên enflasyonê û wiha got: “Îro ji saet 10.00’an ve daneyên enflasyonê yên salane û mehane hatin parvekirin. TUÎK’ê daneyên qesrê parve kirin û li gorî daneyên wan enflasyona meha hezîranê ji sedî 4.95 e. Enflasyona 6 mehên dawî weke 42,35 û ya salane jî weke ji sedî 78,62 diyar kir. Lê li gorî daneyên ENAG’ê jî enflasyonê ji sedî 175 derbas kiriye. Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) jî enflasyona salane weke ji sedî 94 aşkera kir. Anku reqemên TUÎK’ê hem ji yên ENAG’ê û hem jî ji yên ÎTO’yê pir cuda ne. Lê dema em li bihabûna heyî dinihêrin, dibînin ku enflasyon ji sedî 79’ê pir zêdetir e.  Ji bo zema ku dê ji bo bi milyonan kedkarên cemaweriyê bihata kirin, operasyon pêk anîn. Bi hîleyên TUÎK’ê re ji her teqawidekî hezar lîre û ji her kedkarê cemaweriyê jî 2 hezar lîre dizîn. Anku ji bo0 mûçeyên kedkar û teqawidan kêm bidin ev operasyon hate kirin.”    Bi domdarî Oluç bal kişand ser 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê û ev tişt anî ziman:   PEYAMÊN KONGREYÊ   “Tevî şert û mercên zehmet ên Tirkiyeyê jî me duh kongreyeke pir girseyî li dar xist. HDP’ê di kongreyê de peyamên zelal dan. Ev peyam hem dan desthilatdariyê û hem jî dan muxalefetê. Ya ewil me got ku em li vê derê ne, em hene, em ê hebin û em bihêz in. Me got ku hûn dixwazin partiyeke gel bigirin û vaye gel bi xwe li vê derê ye. Ji kesên pêşerojeke bêyî HDP û kurdan bo xwe hêvî dikin, ji endezyarên li ser maseyê siyasetê dikin û ji kesên li pey girtina HDP’ê peyameke vekirî hate dayîn û jê re hat gotin xwe vala vala newestînin. Peyamên hêvî û wêreketiyê hatin dayîn. HDP hêza çareseriyê ye. Got ku di serî de pirsgirêka kurd, nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê HDP ye. Ev peyamên zelal hem ji desthilatdariyê û hem jî ji muxalefetê re hatin dayîn. Ji bo keda dayî em spasiya her kesî dikin.”