Doza Kobanê: Dengê şahidên veşarî li hêwana vikîvala hat guhdarkirin 2022-07-04 20:12:04   ENQERE - Di Doza Kobanê de ku siyasetmedar û parêzer tev lê nebûn, dengên şahidên veşarî Mahîr, Ûlaş û Seherê hatin guhdarkirin. Heyeta dadgehê di dawiya hefteyê de dengê şahidan tomar kiriye.    Danişîna 14'an a Doza Kobanê di roja 5'an de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ji alîyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve hat lidarxistin.   Heyeta dadgehê beriya navberê xwestibû dengê şahidên veşarî Mahîr, Seher û Ûlaş ên ku di dawiya hefteyê de hatine tomarkirin bide guhdarkirin. Lê siyasetmedar li ber vê rabûbûn û ji ber ku heyeta dadgehê îtiraza wan a ji bo vê qebûl nekiribû tevî parêzeran terka danişînê kiribûn.    Piştî navberê heyeta dadgehê çendî ku hêwana danişînê vala bû jî, dengê şahidên veşarî Mahîr, Seher û Ûlaş bi rêya SEGBÎS'ê da guhdarkirin.   Şahidên hatin guhdarkirin derbarê siyasetemdaran de tiştên razber gotin.   Danişîn dê sibê saet di 10'ê sibehê de ji cihê mayî bidome.