'Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê' ji Weşanên Jingeh derket 2022-07-05 09:40:06 AMED - Akademiya Jineolojiyê encamên lêkolîn û analîza sosyolojîk li ser jin û civaka Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê "Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê" di pirtûkekê de bi cih kir û pirtûk ji Weşanên Jingehê derket. Pirtûkên ku heqîqeta dîroka jin, civak û şoreşa jinê bi lêkolîna jinê vedibêjin hema bêje qet tune ne. Li ser vê kêmasiyê Akademiya Jineolojiyê xebateke berfireh kir û gihand endamê. Akademiya Jineolojiyê li ser jin û civaka Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn û analîza sosyolojîk kir û encamê vê xebatê bi navê "Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê" di pirtûkekê de bi cih kir. Pirtûk ji Weşanên Jingehê derket.   Heya niha gelek lêkolîner, arkeolog û nivîskarên ji welatên derve çûne erdnîgariya rojavayê Kurdistanê. Ew girên dîrokî kolandin, li şûnwar û kevneşopiyên gelên herêmê nihêrtine û li gorî hişmendiya xwe ew şîrove kirine. Bi vî awayî gelek pirtûk û gotarên lêkolîneran ku piraniya wan ji mêrên Ewropî ne bi nêrîneke oryantalîst hatine weşandin. Di nivîs û wêneyên wan weşanan de gelên resen wekî objeyên balkêş hatine nişandan. Lê belê dengên wan, nêrîn û şîroveyên wan hatine paşguhkirin. Çîrokên li ser jinên xwecih qet nebûn an jî li gorî xeyalên zilamên Ewropî dihatin vegotin. Rastiya jiyan û gelên vê herêmê bûye mijara gelek ferazî û tezên zanista pozîtîvîst. Lê rastiya jin û gelên Mezopotamyaya Jorîn bi piranî bi rêya çanda devkî û manewî di hafizeya dîrokî ya civakê de hatiye parastin û ragihandin.    Ji ber van û gelek sedemên din Akademiya Jineolojiyê bi şêwaz û rêbazên zanista jinan û civakê ev çavkaniya berfireh amade kir, da ku heqîqeta jinam û Şoreşa Rojava raxe ber çavan.   MEBESTA XEBATÊ   “Mebesta me ew bû ku em bi xetên stûr û hinek hûrgiliyên jiyanê hewl bidin dîmenekî giştî xêz bikin. Bi taybetî jî me xwest guhê xwe bidin dengê jinên ku li cihekî di nav rastiya vê şoreşê de dijîn. Bi vê armancê me ji destpêkê heta bi dawiya sala 2017’yan bi sedan hevpeyvîn û nîqaşên bi jinên li kantonên Cizîr,  Efrîn, Kobanê û Minbicê meşandin. Her wiha di salên 2018 û 2019’yan de jî çend hevpeyvîn hatine kirin. Nêrîn û serpêhatiyên jinan, çavkaniyeke bi rûmet û watedar e ji bo fêhmkirina dîroka jin û şoreşa Rojava…”   ÎNKARKIRINA NASNAME, ÇAND Û ZIMAN   Rastzanîna dîrokê, naskirina çand, civak û dîroka xwe, qabîliyeta mirov a avakirina siberojê dide diyarkirin. Bi taybetî ji bo jin û gelên ku nasname, çand, ziman û hebûna wan hatine înkarkirin, xwegihandina çavkanî û daneyên resen a dîroka xwe, xwedî wateyeke girîng e. Çîrok û serpêhatiyên jinên ku li ser axa rojavayê Kurdistanê dijîn, hemû beşeke heqîqeta çand û jiyanê,  êş û kêfxweşî, zordestî û berxwedanên dîrokî û yên hemdem vedibêjin. Heta niha li gotin û nêrînên van jinan têra xwe û bi baldarî nehatiye guhdarîkirin.   “Çerxa dîroka 12 hezar salan, li ser erdnîgariya 14 hezar girên li Bakurê Sûriyê hê jî dizivire. Dîroka şoreşa neolotîk û çanda xwedawendan ku bûye bingehê û îlhama şoreşa jinê ya hemdemî di gelek kevneşopiyên gelên herêmê de hê jî zindî ye… Daxwaz, xeyal û nihêrînên jinan ji bo siberojê rave dikin, beriya her tiştî ew e ku li ser axa xwe bi aramî, bi awayekî wekhev û azad bijîn…”   Pirtûkên ku heqîqeta dîroka jin, civak û şoreşa jinê vedibêjin gelekî kêm in. Ji ber vê yekê "Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê" ku Akademiya Jineolojiyê berfireh amade kiriye berhemeke gelekî bi qîmet e.