Parêzer Kuzu: Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de zîhniyeta 100 salî dubare kirin 2022-07-05 10:10:57   MÊRDÎN - Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de şandeya dadgehê bi îdiaya “delîl tune ne” ji bo bersûcan biryara beraetê da. Parêzer Erdal Kuzu bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: “Tevahiya dosyayê ji delîlan pêk tê. Zîhniyeta darizandinê ya heyî û polîtîkaya sedsalî ya li dijî kurdan di vê dosyayê de jî hatiye berdewamkirin.”    Di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derheqê bûyerê de li ser 18 bersûcan doz hatibû vekirin û 26’emîn danişîna dozê duh li 1’emîn Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin. Di dozê de Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin.  Bi îdiaya “ewlekariyê” doz veguhestibûn Semsûrê û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê derheqê 18 bersûcan de bi îdiaya “delîleke ku têkiliya bersûcan bi van bûyeran re nîşan bide tune ye” biryara beraetê da.      Parêzerê dosyayê Erdal Kuzu derheqê mijarê de axivî û diyar kir ku bi vê biryarê re wijdana civakê hatiye êşandin. Bi domdarî Kuzu ev tişt anî ziman: “Di serdemeke wiha ya siyasî de rewşa ku pergala hiqûqê tê de ye, di hêla bêalîtî û serbixwebûnê de rê li ber gumanên mezin vedike. Biryara ku di vê rewşê de hatiye dayîn, biryareke ku xwe dîsa dubare kiriye. Mîna biryarên din ên di dosyayên cînayetên kiryarnediyar û înfazkirinên bêdaraz de hate dayîn. Nîşaneyeke din e ku dadgeh serbixwe û bêalî tevnegeriya, peywirdarên dewletê parast, wateya pîroziyê da wan, ji bo parastina kesên bi dewletê re dixebitin bûye mertalek û ketiye nava refleksa parastina sûcên dewletê. Mixabin ku ev refleks, encama zîhniyeta di pergala darazê ya tirk de serdest e.”    ‘KURD TUNE HESIBANDIN’    Bi domdarî Kuzu anî ziman ku dema di dosyayan de faîl karmendên dewletê bin, daraz heman refleksê nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji vê hêlê ve wijdana mirovan êşand. Kurd tune hatin hesibandin. Daxwaza edaletê ya mexdûran tune hat hesibandin. Tu bingeha vê biryarê bi hiqûqê re nîne. Berdewamiya siyaseta dewletê ya li dijî kurdan a di pergala darazê de ye.”    Di berdewamê de Kuzu destnîşan kir ku heke dadgehê bixwesta, di çarçoveya pîvanên hiqûqa gerdûnî de dikariya gelek delîl bidîtina û wiha pê de çû: “Ji bo ku dadgeh derheqê faîlan de bi dilrehetî biryaran bide, gelek delîl hene. Delîla herî mezin ew e ku ev kes li pêş çavên her kesekî hatine revandin û hestiyên wan hatine dîtin. Ma çi delîl ji vê mezintir e? Ji sala 1995’an heta niha malbat hem bi daxwazname û hem jî daxuyaniyan aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Dema em li îfadeyên qeymeqamê wê demê dinihêrin, îfadeyên malbatên kesên ku wê demê hatibûn binçavkirin, îfadeyên mamosteyên wê demê li Kerboranê mamostetî dikirin, li îfadeyên cerdevan û leşkeran, li îfadeyên bersûcan ên vekirî yên di dozê de dinihêrin û van tevekan bi hev re dinirxînin, dibînin ku ev kes bi awayekî rêxistinî û li ser navê dewletê ev cînayet pêk anîne.”    ‘TEVAHIYA DOSYAYÊ DELÎL E’   Kuzu, daxuyand ku ji bo dîtina delîlên di dosyayê de hewcehî bi zîhniyeteke xwedî wijdan û pîvanên hiqûqê yên gerdûnî heye û wiha derbirî: “Lê belê darazeke ku dewletê diparêze û wê pîroz dibîne heye. Bersûc hatin xelatkirin. Tevahiya dosyayê delîl e. Hestiyên qurbaniyan li gundê ku di salên 90’î de bi sedema ‘ewlehiyê’ vala kiribûn hatin dîtin. Ev bi tena serê xwe delîlek e. Tenê ji bo ku cihê cenazeyan nîşan da ye, çawişê pispor ji holê rakirin. Ev bi tena serê xwe delîla herî mezin e. Ev 30 sal in derheqê peywirdarê dewletê yê windabûyî de lêpirsînek nehatiye vekirin. Ev bi tena serê xwe delîlek e. Têkoşîna hiqûqî ya mezin a malbatan delîla vê dosyayê ye. Malbatan hestiyên zarokên xwe yên hatine revandin bi cil û bergên wan nas kirin û ev delîl e. Tevahiya dosyayê ji delîlan pêk tê. Lê belê zîhniyeta darizandinê ya heyî, tam li gorî ruhê zîhniyeta sedsale tê meşandin tevgeriya û polîtîkaya necezakirinê di vê dosyayê de jî berdewam kir.”    ‘HIQÛQA CIHÊKARIYÊ’   Parêzer Kuzu got ku dosya di encama têkoşîna bibiryar a malbatan hate vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev şêweyê darizandinê, ne bi mebesta hevrûbûna bi rabûrdiyê re hatiye kirin. Hiqûqa hemwelatiya wekhev li dijî kurdan tune ye. Berevajî, hiqûqeke cihêkar li dijî kurdan di meriyetê de ye. Siyasetmedarên kurd niha ji ber delîlên sexte di girtîgehan de ne. Lê belê bersûcên ku bi cezayê muebbeta giran dihatin darizandin ev 8 sal in rûyê dadgehê nedîtin û hatin berdan. Dema mirov li vê dinihêre, dibîne ku bi mertaleke xurt tên parastin. Di demekî ku siyasetmedarên kurd bi cezayên giran ketin hefsê de ev kesên li dijî mirovahiyê sûc kirine beraet dikin. Bêguman li welatekî wiha qala hiqûqa hemwelatiya wekhev nayê kirin.”    ‘DI WIJDANA CIVAKÊ DE HATIN CEZAKIRIN’   Kuzu ji sala 2004’an heta niha li dosyayên kesên bi awayekî bêdaraz hatine qetilkirin û di bin çavan de hatine windakirin dinihêre û li gel malbatan hestiyên windakiriyan ji bîran derxistin. Kuzu, axaftina xwe wiha qedand: “Me xwest ku tişta me dîtibû ji hêla dadgehê ve bê teşhîrkirin. Me xwest ku weke sûcekî li dijî mirovahiyê qebûl bike. Ji bo malbatan dîtina cenazeyan jî tiştekî girîng e. Lê belê biryara hatiye dayîn dê di wijdana civakê de bê nîqaşkirin. Hemû kes vê rabûrdiya qirêjî ya dewletê dizane. Her çend ku dadgehê ev kes beraet kiribin jî lê ev kes di wijdana civakê de hatine cezakirin.”    MA / Ahmet Kanbal