‘Bila êdî ev zilm biqede’ 2022-08-09 16:00:36 ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ku li Îzmîrê Nobeda Edaletê didomînin gotin: “Bila êdî ev zilm biqede.”  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Îzmîrê di roja 96’emîn de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir. Ji malbatên girtiyan Hanîfe Gumuş axivî û diyar kir ku heta ew bigihîjin encamê dê têbikoşin û di serî de malbatên girtiyan divê hemû aliyên bihestiyar xwedî li girtiyan derkevin û banga piştevaniyê kir.    Gumuş anî ziman ku divê di serî de Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha got: “Bila kes li girtîgehan nemire. Bila darbest ji girtîgehan dernekevin. Tu mafek girtiyên me nayê nasîn. Ev bêedaletî ye. Rojnameyan, radyoyan nadin girtiyan. Ji gelek mafên xwe bêpar mane. Bila hemû bêhiqûqî bi dawî bibin. Bila mafê hevdîtina bidîmen ê zarokên me bê nasîn. Bila êdî ev zilm biqede.”