Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn 2022-08-09 18:38:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê de 2 kes birîndar bûn.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Êrişî gundê Qeremanê yê rojavayê Dirbêsiyê hate kirin. Di erişê de endamekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû. Leşkerê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li navçeyê.    Li aliyê din Tirkiyeya êrişên xwe yên li dijî bakurêrojava yê Tirbêspiyê berfireh dike, vê carê jî gundên Til Şeîr û Girkê Zîra bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku di êrişa li dijî gundê Til Şeîr de jineke ku li zeviya xwe dixebitî birîndar bûye.    ÊRIŞÎ ZIRGANÊ JÎ KIRIN   Li aliyê din li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) gundên Feqîre, Erîde û Esediyê yên girêdayî zirganê jî hatine bombekirin.