Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin 2022-08-09 22:00:45   MANÎSA - HDP’ê ji bo civînên gel ên li 3 herêmên Manîsayê pêk bîne, banga tev li bûnê kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsayê, di 11’ê tebaxê dê li Taxa Fevzî Çakmak û Yûnûs Emre yên navendî û li navçeya Salîhliyê civînên gel pêk bîne. HDP xebatên xwe yên têkildarî civînên gel didomîne.    Rêveberên HDP’ê di çarçoveya xebatan de di saetên êvarî de li Taxa Yûnûs Emre û navçeya Şehzadelerê serdana qehwexaneyan kirin û gel vexwendin civîna gel a Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenter Mûrat Çepnî, Fîlîz Kerestecîoglû, Alî Kenanoglû û endamên Meclîsa Partiyê tev li bibin.