HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin 2022-08-11 16:22:20 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 8’ê tebaxê de li ser sînorê Mêrdînê 3 çalakî pêk anîn û 23 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin.  Êrişên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîne.    HSD’ê diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê di demên dawî de zêde bûne û di êrişên ji meha tebaxê ve gelek şervanên wan û 2 jê zarok bi giştî 7 sivîl hatine qetilkirin û 10 jê zarok bi giştî 17 sivîl jî birîndar bûne. Bi domdarî HSD’ê got ku hêzên wan jî li dijî van êrişan, di çarçoveya mafê parastina rewa de li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîne.    HSD’ê destnîşan kir ku hêzên wan di 8’ê tebaxê de li ser sînorê Mêrdînê 3 çalakî pêk anîn û di encama çalakiyan de wesayîteke zirxî û 2 panzer hatine rûxandin, 23 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin û herî kêm 2 jî birîndar bûne. HSD’ê da zanîn ku dê tu êrişan bêbersiv nehêlin.