NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe 2022-08-11 17:02:19   STENBOL - NÇM wê şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar bixe. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad ku hewl tê dayîn bi girtin û zextan bê qutifandin re li dar dixe. Şahî dê di 28’ê tebaxê de li Navenda Çanda Cemîl Candaş were lidarxistin û wê Koma Aryen, Kadîr Çat û Bandîsta derkevni ser dikê. Firotina bilêdan a ji bo şahiyê wê ji malpera înternetê ya PASSO were kirin. Di heman demê dê bilêd dikarin ji nimreya “0530 308 29 33” ya Seymen Organîzasyonê jî werin bidestxistin.