Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin 2022-08-11 18:30:22   STENBOL - Erkan Yildirim, bi lêv kir ku birayê wî Gokhan Yildirim ê 330 roj in di rojiya mirinê de tena serê xwe li nexweşxaneyê tê ragirtin û destûr nadin kesek li cem wî bisekine. Yildirim, xwest înfaza birayê wî were taloqkirin. Gokhan Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê tê ragirtin, bi daxwaza darizandineke adil 330 roj in di rojiya mirinê de ye. Di encama serlêdana malbata wî ya li Saziya Tiba Edlî (ATK) sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê hate kirin. Ji bo Yildirim ê kete lijneyê, biryara taloqkirina înfazê ya 3 mehan derket. Yildirim ê pişt re şandin girtîgehê ji ber rapora wî ya “nikare di girtîgehê de bimîne” heye rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê. TENA SERÊ XWE LI NEXWEŞXANEYÊ DIMÎNE Kekê Yildirim, Erkan Yildirim bertek nîşan da ku birayê wî bi tena serê xwe li nexweşxaneyê dimîne. Yildirim, diyar kir ku ji bilî rapora “nikare di girtîgehe de bimîne” ya birayê wî rapora ku nikare di qawişa girtiyan a li nexweşxaneyê jî bimîne heye û got: “Birayê min tevî van her du raporan jî li qawişa girtiyan a Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê tena serê xwe dimîne. Li cem wî kesek nîne. Niha pêdiviya Gokhan bi refeqetvanekê heye. Ji ber vê yekê me serlêdan jî kirin. Bi hinceta pandemiyê refeqetvan nayên qebûlkirin. ‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE PÊŞWAZÎ BIKE’ Yildirim, ê li bendê ye ku ATK bersiveke erênî bide, wiha berdewam kir: “Îro berxwedana rojiya mirine di roja 330’emîn de ye. Divê Gokhan demildest sewqî ATK’ê bê kirin û înfaza wî were taloqkirin. Ji ber vê yekê dixwazim Wezareta Dadê û ATK zû tevbigerin. Ji ber ku Gokhan nikare tena serê xwe bimîne. Dema em duh çûn hevdîtina wî tu halê wî nemabû. Refeqetvanê wî nîne, pêdiviyên wî hene. Nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike.” 2 BINÇAV KIRIN Li aliyê din ji Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYAD) 2 kesên ku bi daxwaza Yildirim sewqî ATK’ê bê kirin û înfaza wî were taloqkirin axaftin kirin, hatin binçavkirin.