Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP! 2022-08-11 21:41:28   MANÎSA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Manîsayê bi gel re civiya wiha got: “Ew fikirîn ku bi van dozên komployê wê HDP’ê bigirin û bikevin pêşiya wê. Lê şelipîn vaye gelê me vaye HDP.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li Parka Ahmet Kaya ya Taxa Fevzî Çakmak a Manîsayê bi gel re civiya. Parlamenter Filîz Kerestecîoglû û Alî Kenanoglû û endamên Meclila Partiyê jî bi Bûldan re bûn. Di civîna gel a eleqeyeke zêde hate nîşandan de, jinan bi cilên xwe yên herêmî Bûldan pêşwazî kirin.   Bûldan a li vir axivî, ji ber kongreya di 3’yê Tîrmehê de pêk anîn spasiya xwe pêşkeşî gelê ku hêz da kongreya wan kir û wiha got: “Kesên li desthilatê ji me re gotin em nikarin derkevin kolanan lê dibînin ku em li her derê Tirkiyeyê bi gelê xwe re di nava piştevaniyê de ne. Heta ku em wan dişînin em ê berdewam bikin.”   ‘VAYE GEL VAYE HDP’   Bûldan, bi lêv kir ku bila kes bedbîn nebe, hêza ku AKP’ê û MHP’ê bişîne HDP ye û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê êrişî HDP’ê dikin, girtiyên nexweş bernadin. Bi van polîtîkayan civaka Tirkiyeyê jî dîl digirin. Li vî welatî kesên siyaseta demokratîk diparêzin ji rêgezên xwe tavîz nadin. Dozên komployê derxistin pêşiya me. Doza Kobanê û ya girtiya HDP’ê dozên komployê yên desthilata AKP’ê û MHP’ê ne. Ew fikirîn ku bi van dozên komployê wê HDP’ê bigirin û bikevin pêşiya wê. Lê şelipîn, vaye gelê me vaye HDP.”   ‘EM MECBÛR IN QEZENC BIKIN’   Bûldan, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ne gel xwe difikirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ku her roj zem li ser zemê dikin welatekî ku pêşeroja wî nebe afirandin. Em mecbûr in mil bidin milê hev û bi jin, ciwan, tirk, sunî, kurd û baweriyên cuda hesabên têkbirina vê desthilatê bikin. Wekî din alternatîfeke me nîne, em neçarin qezenc bikin. Yekane alternatîfa me wê bibe şandina wan a ji desthilatê. Em ê bi ferqeke wisa bişînin ku ew bi xwe jî bawer nekin.”   Bûldan piştî civîna gel a li vir wê vekirina rêxistina HDP’a Yûnûs Emre pêk bîne. Pişt re jî li navçeya Salîhliyê bi gel re bicive.