Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin 2022-08-11 23:24:35   AMED - Nivîskar Mizgîn Ronak ku piştî 30 salan hate berdan li bajarê xwe bi kulîlk û tilîliyan hate pêşwazîkirin.    Nivîskara kurd Mizgîn Ronak (Mizgîn Aydin) piştî 30 salan li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate berdan. Ronak a duh li Stenbolê di derketina girtîgehê de bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin, bi rêya hewayî îro hate bajarê xwe Amedê. Ronak, li Balafirgeha Amedê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê, endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û gelek kes beşdarî pêşwazîkirinê bûn.    Ronak a li Balafirgehê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” tilîlî û kulîlkan hate pêşwazîkirin di axaftina xwe ya ji yek hevokê pêk dihat de wiha got: “Xwebûn hebûn e.”   Dû re girse bi hev re ber bi mala Ronak ve çûn. Ronak di axaftina ku li vir kir de jî wiha got: “Heta ku hemû zindan neyên valakirin wê azadî di nivî de bimîne.”