ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-12 09:00:13     * Me xwe gihand bazariya daran a di navbera êzingvan û cerdevanê bi navê B.B. ku li herêma Bestayê birîna daran organîze dike. B.B. bi van gotinan çerxa qirkirinê vedibêje: “Ev çend sal in em her tim dibirin. Heke em li hev bikin, dikarin bo we jî peyda bikin. Ji hêla ewlehiyê ve tu pirsgirêk nînin. Ji xwe herêmên leşkerî, baregehên leşkerî û hwd. hene. Ew ewlehiyê diparêzin.”       * Deriyê Sînor ê Ûmûrlû ku di sala 2011’an de li navçeya Rûbarokê dest bi xebatên wê hat kirin û AKP di her hilbijartinê de propagandaya wê dike, li gel 11 sal derbas bûn jî hêj nehatiye vekirin.     * Dayika girtiyê nexweş Cebraîl Vûral ê 28 sal in girtî ye, Nofa Vûral a 70 salî û ji ber pandemiyê piştî 3 salan çû hevdîtina lawê xwe û wiha got: “Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû rûyê wî maç bikim.”   * Dayika girtiyên nexweş rojnamevan Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, Hulya Ayik, diyar kir ku ji ber kurê wê lêferzkirina lêgerîna nava dev qebûl nekiriye, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.    * Şaxa OHD’a Rihayê ku têkildarî Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a 522 roj in didome de rapora çavdêriyê amadekir, bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê kir ku pêywîra xwe pêk bîne.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 522'yemîn de berdewam bike.    * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê têkildarî Şaredariya Êlihê ku bi awayek bêqayde mal û milkên şaredariyê firotiye dê li hotêlek bajêr civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)   * Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê yên HDP'ê ku beriya niha bi çendekî hatibûn binçavkirin dê têkildarî binçavkirina xwe li dozgeriyê gilî bikin û li ber edliyeyê daxuyanî bidin. (10.30)   * OHA Rihayê dê rapora çavdêriya têkildarî Malbata Şenyaşar amade kiriye li avahiya xwe bi raya giştî re parve bike. (12.30)