Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim 2022-08-12 09:03:30 RIHA - Dayika girtiyê nexweş Cebraîl Vûral ê 28 sal in girtî ye, Nofa Vûral a 70 salî û ji ber pandemiyê piştî 3 salan çû hevdîtina lawê xwe û wiha got: “Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû rûyê wî maç bikim.” Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 605 jê giran herî kêm hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ên bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) nayên berdan, li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Cebraîl Vûral ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin e. Vûral ê gelek nexweşiyên wî yên kronîk ên weke prostat, astim, ji pişta xwe, fitika stû û KOAH’ê hene, di sala 1994’an de dema 20 salî bû hate girtin û cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn. Vûral ê 28 sal in li girtîgehên cuda tê ragirtin, ji ber teqînek beriya bê girtin qewimiye di kezeb, guh û qirika wî de pirsgirêk hene.    Di sala 1998’an de teşhîsa destpêka tuberkulozê danîn ser lê tedawiya wî nehate kirin. Vûral ê bi derfetên xwe sax bû di sala 2010’an du caran endoskopî bû. Vûral ê teşhîsa erozîf gastrît, werimînê danîn ser di gulana 2011’an de ji ber îltîhaba kezebê xwîn ji kezeba wî hat. Piştî xwîn jê hat hêj baş nebûyî, di 26’ê tîrmeha 2011’an de ji Girtîgeha Tîpa M a Midyadê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tokate hate kirin û ji bilî mûayeneyên wî yên rûtîn tedawiya wî nehate kirin. ATK’ê derbarê Vûral ê di 2’yê nîsana 2016’an de serî li ATK’ê da de rapora “Dikare di girtîgehê de tena serê xwe bimîne, ji ewlehiya civakê bixetere ye û pîr nebûye” amade kir û biryar da ku neyê berdan.    3 SAL ŞÛNVE HEVDÎTINA RÛBIRÛ    Vûral di 3’yê tebaxê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dayika Vûral, Nofa Vûral (70) ku li navçeya Wêranşara Rihayê dijî, ji ber şewba vîrûsa koronayê ku ev 3 sal in rûbirû lawê xwe nedîtiye û dengê wî di telefonê de xerab dihat, di 4’ê tebaxê de berê xwe da Tokatê. Nofa Vûral li gel keça xwe Esma Vûral li girtîgehê bi Cebraîl Vûral re hevdîtina rûbirû kirin. Malbatê qala hevdîtina piştî 3 salan kir.    Nofa Vûral, bi lêv kir ku tevî kurê wî nexweş jî bû 20 salî hate girtin û wiha got: “28 sal in bi nexweşiya xwe ve girtî ye. Kurê min 12 sal in li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin. Em dikarin bi otobusê bi 12 saetan rê biçin û nû biçin cem wî û dikarin saetekê hevdîtinê bikin. Hefteya borî em bi telefonê pê re axivîn, dengê wî gelek nexweş dihat. Min got ez bimirim jî ez ê biçim kurê xwe bibînim. Ez bi keça xwe re ketim rê. Lê belê ji ber rê dirêj bû di otobusê de lingên min werimîn. Min nekarî bimeşim. Ez tirkî nizanim heke keça min bi min re nebûya min nedikarî biçim. Em roja înê di saetên serê sibê de gihiştin girtîgehê û dema em pêya bûn jî tu kes li wan dera nebû. Kuçikên kolanan êrişî me kirin. Wesayîtek hebû li wir, kesên di wesayîtê de em girtin hundir û heta saetan hevdîtinê em di wesayîtê de man.”   ‘BILA SEWQÎ GIRTÎGEHEKE NÊZ BÊ KIRIN’   Vûral, bi bîr xist ku herî dawî bi kurê xwe re beriya 3 salan rûbirû hevdîtin kir û wiha berdewam kir: “Dema min niha dît zeîf bibû. Me tenê saetekê hev dît. Hestiyên wî wisa diyar bibûn ku mirov dikarî bihejmêre. Ew qas zeîf bibû ku min nikarî rûyê wî maç bikim. Çavên wî weke çalê lê hatibûn. Dema min ew dît ez giriyam. Tenê min karî jê re bêjim tu çawa yî û giriyam. Gelek nexweş bû. Ji ber nexweşiyên xwe nikare pêlavê bike pê xwe, tenê dikare şimikê bike pê xwe.”   Vûral, bang kir ku hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û got: “Cezayê wî kêm maye. Em dixwazin sewqî girtîgeheke nêzî me bikin, an jî wî berdin em ê derman bikin. Temenê min 70 ye, ez nikarim evqas rê biçim, nexweşiyên min jî hene. Ez dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila rayedar ji vê yekê re çareseriyekê bibînin.”   ‘DAYIKA MIN DI RÊ DE JI SER HIŞÊ XWE ÇÛYE’   Esma Vûral (33) a kekê wê dema hatiye girtin 5 salî bû jî da zanîn ku tenê dikare rojên hevdîtinana kekê xwe bibîne. Vûral, diyar kir ku 3 sal in nikarin biçin hevdîtinê û wiha axivî: “Hem ji ber serdema şewbê bû hem jî ji ber dûr bû 3 sal bûn min nedikarî biçim kekê xwe bibînim. Ji ber dengê kekê min di telefonê de xerab hat dayika min bi şertê ku bimire jî xwest wî bibîne. Mine w bi otobusê bir. Dayika min di rê de gelek nebaş bû. Serê wê diêşa, bêhal bû, ji ser hişê xwe çû. Ji bo saeteka hevdîtinê mirin girt li ber çavan. Kekê min gelek zeîf bibû, hestiyên wî xuya dikirin. Dema min ew dît hem xemgîn bûm hem jî tirsiyam. Dayika min ji xwe dema ew dît tenê girî. Kekê min got nexweş e û divê bi awayekî hûrgilî bê tedawîkirin lê tedawiya wî nayê kirin.”   BERIYA KU BIMIRE DIXWAZE PÊ RE WEXT DERBAS BIKE    Vûral, daxuyaniyên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ên têkildarî girtiyên nexweş hin sererastkirin bên çêkirin bi bîr xist û got: “Daxwaza me ew e ku her kes jê sûdê bigire. Divê hemû kesên nexweş jê sûdê bigirin. Kekê min 28 sal in girtî ye. Li wir rizî. Heke ne pêkan be ku li girtîgehê derman bikin bila berdin em ê li malê derman bikin. Ev qas girtina wan têre nake? Bila di nava girtiyan de cihekariyê nekin. Bila hemû rêxistinên mafên mirovan li ser vê bisekinin. Bila girtiyên nexweş li girtîgehê jiyana xwe ji dest nedin. Dayika min 70 salî ye berî ku bimire dixwaze kurê wê li cem wê be. Kekê min jî beriya ku bimire dixwaze bi dayika min re wext derbas bike. Yekane daxwaza me ew e ku berî dayik an kekê min bimire bi hev re wext derbas bikin.”    MA / Emrûllah Acar