Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin 2022-08-12 09:03:55 ENQERE - Dayika girtiyên nexweş rojnamevan Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, Hulya Ayik, diyar kir ku ji ber kurê wê lêferzkirina lêgerîna nava dev qebûl nekiriye, sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.  Girtiyên nexweş tevî rewşa xwe ya astengdar û nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan. Yek ji girtiyên nexweşên giran ku divê demildest bê berdan jî rojnamevan Devrîm Ayik ê 31 salî ye. Ayik, ê li Amede hate dinê dema li Îzmîrê Kovara Ozgur Halkê belav dikir bi 13 hevalên xwe re hate binçavkirin û girtin.    Ayik ê bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin piştî hate girtin ewilî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, dû re piştî rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hate kirin. Ayik, beriya niha ji ber rewşa wî ya tenduristiyê giran bû ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê di sala 2018’an de hat berdan û di sala 2021’an de careke din hat girtin.    JI SEDÎ 76 ASTENGDAR E   Ayik, ê ji sedî 76 astengdar e, bi nexweşiya CROHN  ku cureyekî nexweşiyeke rûviyan e re têdikoşe. Ayik ê beriya niha du caran ji rûviyên xwe emeliyat bûye, ji rûviyên wî 40 û 60 cm perçe hatiye girtin. Ayik di sala 2006'an de qezeyek derbas dike û çavê wî yê rastê xesar dibîne û kor dibe. Çavê wî yê çepê jî 30 pileyan miyop e.   DI ÇÛYÎNA NEXWEŞXANEYAN DE LÊGERÎNA NAVA DEV TÊ FERZKIRIN   Di meha hezîranê de danişîna biryarê hat lidarxistin û 12 sal ceza li Ayik hat birîn. Parêzerê Ayik, Kasim Saglam û dayika wî Hulya Ayik ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Hulya Ayik, diyar kir ku kurê wî yê divê bi awayekî birêkûpêk kontrolên wî bên kirin, ji ber lêferzkirina lêgerîna nava dev qebûl nake sewqa wî ya nexweşxaneyê nayê kirin. Ayik, a hevdîtina bi kurê xwe re ya dawî jî vegot, da zanîn ku di wergirtina bêhnê de zehmetiyê dikişîne û nexweşiya wî ber bi nebaşiyê ve diçe.    ‘BÛYE KOVÎD, DI BÊHN WERGIRTINÊ DE ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNE’   Hulya Ayik a li Antalyayê dijî, da zanîn ku dikare 7 mehan carekê kurê xwe bibîne, kurê wê beriya hefteyekê bi vîrûsa koronayê ketiye û wiha got: “Hema bêja qawişan hemû nexweş bûye. Devrîm di telefonê de got ku ‘Ez di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişînim, dilê min diêşe’. Sebeta singê wî diêşe û difikire ku çavê xwe yê heyî jî winda kiriye. Ji ber bi Kovîd-19’ê ketiye rewşa wî her ku diçe xerab dibe. Di rûviyên Devrîm de mîkropên xwe xwe bi xwe jehr didin hene. Du caran emeliyat bû, rûviya wî ya stûr hate wergirtin. Nexweşiyeke wisa ye ku bijîşk dibêjin tedawiya penceşêrê heye lê ya vê nexweşiyê tune ye.”   ‘TEDAWIYA WÎ NAYÊ KIRIN’   Ayik, diyar kir ku nexweşiya kurê wê pêş ve diçe, tedawiya wî nayê kirin û wiha berdewam kir: “Li girtîgehê lîsteya diyetê nadin Devrîm lê divê bi awayekî bisînor xwarinê bixwe. Ji ber ji rûviyên xwe nexweşe her tim xwîn jê tê. Ji bo ku were dermankirin û berdan me serî li cihên têkildar dan lê me tu bersiv negirtin. Kurê min dibêje li girtîgehê zexteke zêde heye. Devrîm mecbûr dimîne xwarinê xwê bike û wisa bixwe. Xwarinên ku ew didine bikêrî wî nayên, berovajiyê wê nexweşî pêş ve diçe.”   ‘DIRANÊN WÎ DIŞKÊN’    Ayik, da zanîn ku di hevdîtina dawî de kurê wê nekariye ji ber kuxikê biaxive û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşiya wî bandorê li hemû organên wî dike. 4 diranên Devrîm bi emeliyatê kişandin. Niha divê 5 diranên wî yên din jî bi emeliyatê bên kişandin. Nexweşiya wî bandorê li diranên wî dike. Bi xwarina dixwe jî diranên wî dişikên. Dema min dît got ku dîsa diranên wî werimîne û nikare tiştekî bixwe.”   ‘BILA BÊEDALETÎ BI DAWÎ BIBE’   Ayik, xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em qala mirovekî ji sedî 76 astengdar û çavekî bitemamî nabîne dikin. Divê demildest ev bêedaletî bidawî bibe. Dema di destê wan de tu delîl tune bin, 12 sal ceza bêhiqûqî ye bê edaletî ye. Divê ew were xera kirin. Di şertên ku mirovekî normal jî nikare bimîne de ne pêkane ku mirovekî nexweş bimîne. Li bendê ne ku weke girtiyên din ên nexweş cenazeyê Devrîm jî derkeve. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”   ‘BI QASÎ 20 SAETAN QET XWARIN NEDANÊ’   Parêzerê Ayik, Kasim Saglam jî diyar kir ku di dozê de darizandinek adilane nehatiye kirin û îtîrazî 12 sal cezayê hefsê yê hatiye birîn kiriye lê hatiye redkirin. Saglam, bi lêv kir ku di daxwaznameya îtîrazê de hemû pirsgirêkên tenduristiyê ku Ayik pê re rûbirû maye nivîsandiye û got: “Pirsgirêkên wî yên têkildarî bihîstinê jî hene.”   Saglam, da zanîn ku dema Ayik ji bo danişînên beriya niha ji Eskîşehîrê anîbûn Îzmîrê tu xwarin nedabûnê û wiha axivî: “Di pergaleke ku xwe weke dewleta hiqûqê îlan kir de mafê kesê nîna ku mûameleyeke keyfî li kesekê/î bikin. Devrîm di 6-7 saetan de ji Eskîşehîrê anîn Îzmîrê. Herî kêm 2-3 saetan li korîdorên edliyeyê hate sekinandin. Pişt re tevî nexweşiyên xwe ji Îzmîrê dîsa birin Eskîşehîrê. Di vê pêvajoya qasî 20 saetan qet xwarin nedanê. Pêdiviyên wî yên bingehî bi tu awayî nehatine pêşwazîkirin. Ez di danişîna xwe ya herî dawî de bi poşetekî tejî xwarin tê de çûm dadgehê û ji bo ku dadger vê bîne min nîşanî wî dan û bêhiqûqiya hatiye kirin hemû vegot. Di çarçoveya dosyayê de ji bo endamtiya rêxistinê tu delîl tune ne. Darizandineke adilane nayê birêvebirin.”