Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne 2022-08-12 09:04:11 RIHA - Şaxa OHD’a Rihayê ku derbarê Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a 522 roj in didome de rapora çavdêriyê amade kir û OHD'ê bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê kir ku pêywîra xwe pêk bîne.  Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê derbarê binpêkirinên mafên li ser Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li pêş Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, raporek amade kir. Hate diyarkirin ku armanca rapora bi serenavê “Rapora Çavdêriya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar” hatiye amade kirin, binpêkirinên mafan ên Malbata Şenyaşar bên berbiçavkirin, bên qeydkirin û ji rayedarên pêwendîdar bê xwestin ku gavan bavêjin. Di raporê de agahiyên têkildarî qewimandina qetlîamê jî hene. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo edalet pêk nehatiye, malbat neçar maye ku Nobeda Edaletê bide destpêkirin.    Di raporê de hate diyarkirin ku ji ber axaftinên di Nobeda Edaletê de hatine kirin derbarê Emîne Şenyaşar de bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna bi hejmara 2911”, “Ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye”, “Reşkirina saziyên dewletê ya bi awayekî aşkere” bi giştî 14 lêpirsîn, derbarê Ferît Şenyaşar de jî bi heman îdiayan 5 lêpirsîn hatine destpêkirin. Ji 19 lêpirsînên hatine destpêkirin 4 jê veguherîne dozê, derbarê 10 lêpirsînan de jî biryar hate dayîn ku doz neyê vekirin. 5 lêpirsîn jî hê didomin. Di raporê de hate diyarkirin ku malbat 6 caran bêyî hincet hatiye binçavkirin û binpêkirinên ku Emîne Şenyaşar di Nobeda Edaletê de pê re rûbirû man jî cih digirin.    BANG LI RÊXISTINÊN HIQÛQÊ KIRIN   Di dawiya raporê de jî bang li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê hate kirin û hate xwestin ku rastî bên lêkolînkirin. Di raporê de bang li baroyan, rêxistinên sivîl ên civakî yên Tirkiyeyê û navnetewî hate kirin ku piştgiriya hiqûqî bidin malbatê. Rapora ku OHD’ê amade kiriye, wê îro saet di 12.00’an de bi raya giştî re bê parvekirin.   Rêveberê OHD’ê Mehmet Alî Aslan, derbarê amadekirina raporê û daxwaza edaletê ya malbatê de axivî.    Aslan, diyar kir ku berî ku malbat bi êrişê re rûbirû bimîne li navçeya Pirsûsê di halê xwe de bûn û piştî êrişa ku parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî pêk anîn jiyana wan serobin bû.    ‘MALBAT HATE LÎNÇKIRIN’   Aslan, bi lêv kir ku piştî komkujiyê daxuyaniyên ji meqamên fermî hatin kirin, hewl dan bi îdiaya “Têkiliya malbatê birêxistinê heye” malbatê lînc bikin û wiha got: “Malbat ewilî bi êrişên fizîkî hate qetilkirin û lînckirin. Dû re bi daxuyaniyan lînc kirin û hewl dan di rayagiştî de tenê bihêlin. Tevî ku lêpirsîn di heman rojê de jî bûn weke kargeh û nexweşxane kirin du dosya. Di dosyaya kargehê de biryar derket û ji Fadil Şenyaşar ê giran birîndar bûbû, du birayên wî û bavê wî hatin kuştin re 37 sal ceza hate birîn.”   ‘TUNDIYA BÊEDALETIYÊ’   Aslan, da zanîn ku li dijî biryarên bêhiqûqî malbatê di 9’ê adara 2021’an de Nobeta Edaletê daye destpêkirin û wiha domand: “Me bi raporê xwest ku neheqiya li malbata Şenyaşar hatiye kirin û bêhiqûqiyên di Nobeta Edaletê de pê re rûbirû man berbiçav bikin. Malbatê bi daxwazan dest bi çalakiyê kirin û hêj daxwazên wan jî nehatine pêşwazîkirin. Şûna vê ji bo ku dest ji çalakiya xwe berdin derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin. Derbarê Emîne Şenyaşar de 14, yê Ferît Şenyaşar de jî 5 lêpirsîn hatin vekirin. Malbat bêyî biryareke binçavkirinê hebe 6 caran hate binçavkirin. Malbat ji ber êrişên fizîkî rakirin nexweşxaneyê. Bi astengkirinan hewl tê dayîn dest ji nobetê berdin û ji avahiya edliyeyê bên dûr xistin.” Aslan, diyar kir ku Emîne Şenyaşar rastî “tundiya bêedaletiyê” tê û wiha lê zêde kir: “Dayika Emîne Şenyaşar weke dayikek, jinek çalakiya xwe didomîne. Şenyaşar a beriya komkujiyê şerm dikir li cem zilaman biaxive, ligel komkujiyê ji ber êşên dikişîne li pêş avahiya edliyeyê çalakiyê dike. Emîne Şenyaşar bi hilweşandina normên zayendî yên civakî vê çalakiyê didomîne.”   BANG LI KOMÎSYONA MAFÊN MIROVAN A MECLISÊ KIR   Aslan, destnîşan kir ku li dijî Malbata Şenyaşar “hiqûqeke taybet” tê pêkanîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Malbat dixwaze tenê were hiştin. Tevî vê yekê jî malbat heta îro nobeta xwe didomîne. Medya sereke nobetê nabîne lê hin saziyên medyayê yên alternatîf û bi taybetî jî çapemeniya azad nobetê berbiçav dike. Em difikirin ku di dosyayê de zextên siyasî hene. Ev yek jî li dijî darizandina adil û rêgeza wekheviya şûran e. Komkujiyeke li pêş kamerayan hatiye kirin heye lê têkildarî dosyaya nexweşxaneyê 4 sal in biryara ‘nepen’ heye. Divê şandeyeke Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê bi awayekî bêalî lêkolînê bike. Emîne Şenyaşar 66 salî ye û jineke nexweş e. Emîne Şenyaşar dibêje ‘Heta edalet pêk neyê ez ê neçim mala xwe rûnenim.’ Divê demildest edalet pêk were û Emîne Şenyaşar temenê xwe yê mayî bi awayekî keyfxweş bi zarokên xwe re derbas bike.”   MA / Emrûllah Acar