Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan 2022-08-13 16:34:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Suryan bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 şervanên wan di êrişa Tirkiyeyê ya li ser gundên navçeya Til Temirê de jiyana xwe ji dest dane.    Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan, duh têkildarî 2 şervanên xwe yên di encama êrişa Tirkiyeyê ya li ser gundên Til Temirê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek da.   Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Suryan wiha ye:    "Welatiyên gelê Suryan-Asûrî bi hevkarên xwe li Sûriyê hemû herêmên xwe ji terorê rizgar kirin û şerê tundtirîn rêxistinên terorê mîna DAIŞ’ê kir, di Reqa û Baxozê de têk birin. Lê temenê rizgarkirinê jî karwanê şehîdan bû ku li hember parastina xak û gelê xwe dudil nebûn.   Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan ji destpêka êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di eniyên pêş de parastina destkeftiyên gel û şehîdên xwe kir.   Bi êrişên dewleta Tirk û komên wê re ku di vê dawiyê de windahiyên mezin di nava welatî û leşkerî de çêbûn; 2 şervanên me jî gihaştin asta şehadetê.   Dijmin hîna di binpêkirinên peymanên navneteweyî û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de berdewam in. Rojane eniyên bi ser sînor ve tên topbarankirin û windahî û zirar çêdibin û bi hezaran welatî koçber dibin.   Em Meclisa Leşkerî ya Suryan soz didin şehîd û tevahî gelên herêmê ku parastina gelê xwe bikin û nahêlin dijmin komkujiyên din pêk bînin."   Duh artêşa Tirk a dagirker gundên Dirdara û Qibor Qeracine yên Til Temirê topbaran kirin, di encamê de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan; Yûsiv Muhsin Mitras û Radî Mizel Osman şehîd bûbûn."