Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye 2022-08-14 15:18:36 ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li Êlihê axivî û bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Niha dîsa xwe li bêdengiyê danin. Hemû cîhan ji bo berxwedêrên Rojava deyndar in.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo Rêxistina DBP’a Êlihê kongreya tayînkirinê li dar xist. Kongre, li Eywana Dawetan a Rozayê hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, endamên Meclisa Partiyê (PM), Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevşarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, Endamên PM’a HDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine ya Mezopotamyayê (MEBYA-DER), rêveberên rêxistina HDP’a Êlihê û gelek kesên din di kongreyê de amade bûn. Di kongreyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Her wiha li eywana kongreyê pankartên “Li dijî tiryak, şer û tecrîdê bikeve nava tevgerê”, “Bi civaka birêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” û “Dem dema azadiya jinan e” hatibûn daliqandin.    Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Ayşe Acar Başaran axivî û da zanîn ku ev kongre, li dijî polîtîkaya girtin û binçavkirinê ya desthilatdariyê, bersiveke xurt e.    ‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYA ZEXTÊ BERSIVEKE’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bal kişand ser girîngiya xwe birêxistinkirinê û wiha got: “Di têkoşînê de Êlih, xwedî girîngiyeke mezin e. Ev kongreya me, di heman demê de li dijî polîtîkaya zext, binçavkirin û girtinan jî bersiveke. Gelê Êlihê careke din nîşan da ku li hemberî zextan têk naçe.”   ‘KURD DÊ BI SER KEVIN Û XIYANET DÊ TÊK BIÇE’   Di berdewamê de Aydenîz êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê bi bîr xist û wiha domand: “Armanca wan ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin. Ev sed sal in van êrişan dikin. Êrişên li Başûr bi destê xayîntiyê tên kirin. Dê gelê me yê li her çar parçeyan bersiva vê xiyatê bide. PDK niha xiyanetê dike. Di halê hazir de PDK li pêşiya tifaqa kurdan mezintirîn astengî ye. Dijminê destkeftiyên gelê kurd jî PDK ye. Divê ew baş pê bizanin ku ne xiyaneta wan û ne jî çekên kîmyewî dê nekarin vê têkoşînê bidin sekinandin. Di vê têkoşînê de serkeftin dê bibe para gelê kurd. Li her çar parçeyan jî dê gelê kurd bi ser keve. Yên di nava xiyanetê de jî dê winda bikin.”    ‘ARMANCA WAN ZINDÎKIRINA DAIŞ’Ê YE’   Bi domdarî Aydenîz bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Niha amadekariyan dikin ku li dijî kesên rêxistineke mîna DAIŞ’ê têk birin, êrişeke mezin bidin destpêkirin. Durûtiya dewletan derket holê. Bi erênî nêzî daxwazên Tirkiyeyê dibin û dê li dijî van êrişan dîsa xwe li bêdengiyê deynin. Hemû cîhan deyndarê berxwedêrên Rojava ye. Rêxistineke mîna DAIŞ’ê ya barbar anîn ber tunebûnê. Lê Tirkiye dixwaze bi van êrişên xwe dîsa vê rêxistinê zindî bike. Ev zindîbûn jî dê bi xwe re êrişên nû bîne. Tirkiye û dewletên kapîtalîst ji bo zindîkirina vê rêxistinê ya ji dest tê dikin. Kîna wan a li hemberî kurdan ewqas mezin e ku mezinbûna DAIŞ’ê bi xema wan nîne. Çawa ku li dijî vê rêxistinê berxwedaneke mezin hat raberkirin, hewceye li dijî piştgirên wê jî têkoşîneke mezin were dayîn.”    ‘HETA TECRÎD RANEBE DÊ KAOS JÎ XELAS NEBE’    Aydenîz, da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hêj berdewam e û wiha qedand: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe, kaosa heyî jî dê bi dawî nebe. Vê tecrîdê êdî sînorên dermirovahiyê derbas kiriye. Bi saya sekna Ocalan a 2013’an, demokrasî pêş ket. Lê belê dijminên demokrasiyê xwe li vê ranegirtin û şer dan destpêkirin. Li djî aştiyê, şerekî faşîzane dan destpêkirin. Ji aboriyê heta gelek qadên din ên jiyanê, van êrişan bandoreke mezin kir. Gelê kurd heta azadiya Ocalan dê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bike. Heta ku tecrîd ranebe, li vî welatî dê tu kes nekare qala azadî û demokrasiyê bike. Hewceye muxalefeta bêdeng jî projeyên xwe li gorî vê amade bikin.”    Piştî axaftinan, Rûkiye Onat Gunul û Burhan Eglentî weke Hevserokên DBP’a Êlihê hatin diyarkirin.    Piştre jî hunermend Şerzad derket ser dikê û kongre bi govendan bi dawî bû.