Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2022-08-14 15:51:45 MÊRDÎN - Malbatên girtiyan û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê bi mebesta ku balê bikişînin ser binpêkirinên li girtîgehan û berdana girtiyên nexweş, çalakiya Nobeta Edaletê li dar xistin.    Malbatên girtiyan û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û piştgiriya bi Nobetên Edaletê re, bo rojekê çalakiya Nobeta Edaletê li dar xistin. Komê, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê dest bi çalakiyê kir û piştre jî daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya ÎHD’ê hate dayîn û gelek kes tevli bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên nexweş û pankart hatibûn vekirin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” berz kirin. Li ser navê kom îsyonê, Gulîzar Îpek Bîlek daxuyanî xwend.    Bîlek, bi bîr xist ku hem di peymanên navdewletî yên Tirkiyeyê jî îmzekirin û hem jî di hiqûqa navxweyî de îşkence bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha domand: “Lê belê di raporên rêxistinên civaka sivîlde xuya dibe ku binpêkirinên mafan ên mezin li girtîgehan hene. Tevî van raporan jî rewşa heyî nayê guherandin. Hema hema her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin û girtî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest didin. Ev cenaze tên revandin û veşartin, li ser cenazeyan şopên îşkence û derbkirinê hene. Girtî, bi awayekî keyfî nayên berdan û mafê wan ê hêviyê tê binpêkirin.”    ‘ATK BÊALÎ NÎNE’   Di berdewamê de Îpek bi lêv kir ku Saziya Tipa Edlî ji bo girtiyên nexweş raporên nerast amade dike û wiha pê de çû: “ATK, alîgiriyê dike û girtiyan terkî mirinê dike. Li gel ku Aysel Tugluk nexweşa demansê ye jî nayê berdan. Lê belê Çevîk Bîr ê bi heman nexweşiyê ketî, hate berdan. Di şexsê Aysel Tugluk û Mehmet Emîn Ozkan de banga me ew e ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Di nava salekî de 48 girtiyên nexweş bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku girtiyên nexweş ên rewşa wan giran di zûtirin demê de bên tedawîkirin, divê werin berdan. Her wiha daxwaza me ew e ku sedema van mirinên bi guman jî bê ronîkirin. Banga me li tevahiya raya giştî ew e ku bibin dengê girtiyan.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Piştî daxuyaniyê, parêzer Lokman Emen axivî û da zanîn ku di dema daxuyaniyê de agahiya mirina girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim wergirtine. Emen, axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku ev îşkence, kuştin û binpêkirinên mafan bi dawî dibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.