Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin 2022-08-14 20:27:46 STENBOL - Di şahiyên gel ku KCD’ê, TJA’yê, DBP’ê û HDP’ê bi dirûşmeya “Li dijî mêtîngeriyê azadiya civakî” li gelek navçeyan li dar xistin de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Li dijî mêtîngeriyê azadiya civakî” li navçeyên Sûltanbeylî, Esenler û Bagcilarê yên Stenbolê şahiyên gel lidarxistin.    Endamên TJA’yê, birayê yek ji fermandarên ewil ê PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd), Fahrî Korkmaz, Hevserokên HDP’a Sûltanbeyliyê, endamê Meclîsa HDP’ê Cengîz Topbaşli, endamên MATUHAY-DER û ANYAKAY-DER’ê, Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan û gelek kes tev li şahiya li avahiya HDP’a Sûltanbeyliyê hate lidarxistin bûn. Li cihê ku şahî lê hate lidarxistin pankartên “Ji vejînê heta azadiyê ber bi serkeftinê ve dimeşin” , “Azadî şertê jêveneger ê hebûna me ye, em tecrîdê bişkînin û azadiyê pêk bînin” hatin daliqandin û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate berzkirin.   Şahî bi deqiqeyekê rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir.    Dû re Hevserokên HDP’a Sûltanbeyliyê Fîlîz Aydin û Alamettîn Demîr kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku wê têkoşîna xwe bidomînin.    ‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DIDOME’   Endamê Meclîsa HDP’ê Cengîz Topbaşli jî bi bîranîna kesên di Komkujiya Dîgorê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir. Topbaşli, diyar kir ku di têkoşîna azadiyê û şoreşê de bi salane li dijî hemû zextan têkoşînekê bi rê ve dibin û da zanîn ku heta niha gavek jî paş ve neavêtine.    ‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’   Topbaşli, da zanîn ku hewl didin tevgera siyasî ya kurd bimehînin û wiha got: “Desthilat bi polîtîkayên xwe yên li dijî kurdan  di şerê li Zap û Avaşînê de têk çû. Li dijî vîna li Rojava heft dewêl bi hev re dimeşin. Nekevin nava xafiliya ku Amerîka û Rûsya piştgiriya tevgera azadiyê dike. Yekane çavkaniya şoreşê gelê me û hêza me bi xwe ye. Em têkneçûn û em ê tekneçin. Divê em teqez plan û armancan pêk bînin. Kesên ku tevgera siyasî ya kurd hesab nekirin têk çûn. Em ê teqez bi ser kevin.”   Piştî axaftinan ciwanekî di Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de cih digire helbesteke kurdî xwend. Di dawiya şahiyê de hunermend Onûr Evîn stranên xwe peşkeş kirin û beşdarvanan jî tevî stranan govend gerandin.   BAGCILAR   Endamên Meclîsa HDP’ê, rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan, endamên MATUHAYDER û ANYAKAY-DER’ê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê beşdarî şahiya li avahiya HDP’a Bagcilar hate lidarxistin bûn. Di şahiyê de pankarta “Ji vejînê heta azadiyê em ber bi serkeftinê ve dimeşin” hate daliqandin.    Beriya şahiyê civîneke ku ji çapemeniyê re girtî û gelek kes tev li bûn hate lidarxistin. Piştî civînê beşdarvanan dirûşmeyên “PKK şer dike” , “Zap, Avaşîn Metîna silav ji te re gerîla” , “Bê serok jiyan nabe” berzkirin.    Dû re hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) stran gotin. Beşdarvanan tevî stranan govend gerandin û dirûşm berzkirin.    Şahî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.    ESENLER   Hevberdevkê DBP’ê yê Marmarayê Atîlla Ozdag, endama Meclîsa DBP’ê Fatma Yenî û gelek kes jî tev li şahiya li avahiya HDP’a Esenlerê hate lidarxistin bûn. Di şahiyê de pankarta “Ji vejînê heta azadiyê em ber bi serkeftinê ve dimeşin” hate daliqandin.    Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) stran gotin. Beşdarvanan tevî stranan govend gerandin.    Şahî bi çepikan bi dawî bû.