Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike 2022-08-14 23:58:00 AGIRÎ - Nahêlin endamê HPG’ê Mûhîttîn Babayîgît ku hate diyarkirin li Çiyayê Tendurekê hatiye girtin, bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Malbata Babayîgît ku ji ewlehiya canê wî bifikarin, xwest hevdîtin demildest were kirin.    Endamê HPG’ê Mûhîttîn Babayîgît ê hate diyarkirin li Çiyayê Tendurek ê Agiriyê hatiye girtin, li Fermandariya Cendermeyan a Giyadînê tê ragirtin. Hate diyarkirin ku Fermandariya Cendermeyan a Giyadînê li malbata Babayîgît geriyaye, agahi daye ku wê îfadeya wî were wergirtin û sibê derxînin dozgeriyê. Bi vê agahiyê hate hînbûn ku Babayîgît di bin çavan de ye. Li ser vê yekê parêzerê malbatê çû Fermandariya Cendermeyan a Giyadînê, lê bi îdiaya Babayîgît birine Wanê nehiştin parêzer pê re hevdîtinê bike.    NEHIŞTIN PARÊZER PÊ RE HEVDÎTINÊ BIKE   Cendermeyan, ji parêzerê ku nehiştin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike re îdia kirin ku Babayîgît birine Fermandariya Cendermeyan a Wanê. Nehiştin parêzerê ku çû Fermandariya Cendermeyan a Wanê, bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike. Cendermeyan ewilî bin hincetên cuda parêzer asteng kirin dû re kaxizeke nivîs li ser nîşanî parêzer dan û îdiakirin ku Babayîgît naxwaze bi parêzer re hevdîtinê bike.    MALBAT JI EWLEHIYA CANÊ WÎ BIFIKARIN   Malbatê diyar kir ku tevî Babayîgît bi rojane di bin çavan de ye, nehatine agahdar kirin û hevdîtina parêzer hatiye astengkirin. Malbata ku ji ewlehiya canê kurê xwe bi fikarin xwest ku bi kurê wan re demildest hevdîtin bê kirin.