Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin 2022-08-15 09:02:56 AMED - Derbarê 16 rojnamevanên kurd ên hatin girtin de hê jî îdianame nehatiye amadekirin. Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr, bi lêv kir ku dosya her tim di erebeyeke marketê de tên gerandin.  Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. 22 kesên 8 rojan di binçavan de man di 16 hezîranê derxistin Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar. Dadgehê 6 kes bi şertê kontrola edlî berdan û 16 rojnamevan jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin. Di dosyaya ku biryara nepen li ser heye de, tu pêşketin çênabin û îtîraza parêzerê rojnamevanan a ji ber girtinê û lêkolînkirina girtinê ya mehê carekê hate kirin jî encam nedan guhertin. Biryara nepen a li ser dosyayê didome û tevî du meh derbas bûn jî hêj îdianame nehatiye amadekirin. Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr ê tiştê ku qewimîn nirxand, bi lêv kir ku rojnamevan tenê ji ber ku karê xwe yê rojnamevaniyê bi rê ve birin bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin û wiha got: “Di nava 60 rojan de têkildarî dosyaya rojnamevanan mixabin tu geşedan çênebûn. Di şert û mercên normal de divê heta niha îdianame hatibûya amadekirin. Lê di 60 rojan de dosyaya du caran lêkolîna girtinê jî lê hate kirin bi tu awayî îdianame nehate amadekirin."    Temûr, bi lêv kir ku dosya di nava van 60 rojan de di ereyeyeke marketê de bêyî ku bê derxistin di navbera dozgerî û dadgeriyan de tînin û dibin û wiha berdewam kir: “Di 60 rojan de dema em ji bo aqûbeta dosyayê bipirsin diçûn edliyeyê li dozgeriyê, li Dadgeha Asliye Ceza, li Dadgeha Sulh Ceza em dibûn şahid ku dosya di erebeyeke markete de dihat gerandin. Em di wê baweriyê de ne ku ev dosya 60 roj in di erebeya marketê de nehatine daxistin.”   ‘DIVÊ ÎDIANAME HATIBÛYA AMADEKIRIN’    Temûr, destnîşan kir ku divê di şert û mercên normal de îdianame hatibûya amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her çiqas ji bo amadekirina îdianameyê dîrokekê diyar nekin jî bi gelemperî divê demekî makûl de îdianame bên amadekirin. 60 roj nikare weke demekî makul were qebûlkirin. Ji ber ku lêpirsîn bi temamî lêpirsîneke ji ber xebatên rojnamevanan hatiye destpêkirin. Bi binçavkirina wan jî esas hemû delîl weke hatine komkirin. Em dizanin ku pişt re lêgerîneke delîlan an raporeke lêkolînê nîne. Ji ber vê yekê di dosyaya ku delîl hemû hatibin komkirin û li benda tu evraqan nebin de îdianame neyê amadekirin bi awayekî fîîlî tê wateya cezakirina rojnamevanan.”   ‘NEDIYARÎ ZIRARÊ DIDE BAWERIYÊ’   Temûr ê bal kişand ser biryara nepentiyê ya li ser dosyayê, destnîşan kir ku ev yek di çarçoveya parastinê de rê li ber pirsgirêkan vedike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji pirsgirêkên sereke yên ku di dosyayê de pêşveçûnek çênebûye, berdewamkirina biryara nepentiyê ya di dosyayê de ye. Ji ber biryara nepen berdewam dike, di îtîrazên ku em dikin de em nikarin xwe bigihînin naveroka dosyayê. Ji ber ku em nagihinê jî şensê me yê ku em bizanin rojnamevan ji ber çi hatine girtin jî çênabe. Ji ber vê yekê ji aliyê rojnamevanan jî û ji aliyê raya giştî jî nediyarî zirare dide baweriya bi edaletê.”