Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike 2022-08-15 09:20:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya salan hişyariya “Sûriyeya duyemîn nêz e" kiribû û wiha gotibû: “An guftûgoyeke biwate yan jî pevçûneke kaotîk. Meseleya Sûriyeyê wê çarenûsa hikûmeta AKP’ê diyar bike.”   Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Rojava de bi gotina “Vaye Kobanê jî ket, dikeve" li benda serkeftina DAIŞ’ê bû, êrişên xwe yên piştî Şoreşa Rojava bi Efrînê re dabûn destpêkirin, didomîne. Erdogan, bi gotina “Em naxwazin xeletiya li Iraqê hatiye kirin li Sûriyeyê jî dubare bikin” di sala 2015’an de “Plana çokşikandinê” xist dewrê û pêvajoya şer da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de ji hêlekê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Mêtîna yên Herêma Federal a Kurdistanê şer da destpêkirin û li hêla din jî ji bo şerekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyan dike.   Erdogan ê ku di hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re ya li Tehranê bi pêşniyara diyalogê vegeriya. Her çiqas Rûsyayê êrişkirina Tirkiyeyê bi awayekî fermî erê nekiribe jî li pişt deran çi hate axaftin nayê zanîn. Erdogan ê çareserkirina pirsgirêka kurd di polîtîkayên şer de digere, di 20’ê çileya 2018’an de êrişî Efrînê, di 9’ê cotmeha 2019’an de jî êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir. Piştî êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê, Erdogan niha jî di nava lêgerînan de ye ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şerekî mezin bide destpêkirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di navbera salên 2013 û 2015’an ku êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê berdewam dikir, di hevdîtinên bi şandeya Îmraliyê re diyar kiribû ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê îlana şer in û hişyar kiribû ku heke guftûgoyeke watedar pêk neye, dê şer û pevçûnên kaotîk pêk werin. Ocalan, li hêla din jî bang li hêzên kurd kir ku bên bahev û destnîşan kiribû ku li Sûriyeyê çareserî di xeta PYD’ê de ye.    DIVÊ GEL ESAS BÊ GIRTIN   Ocalan, destnîşan kiribû ku divê kurd li Sûriyeyê bi gelên din re bên bahev, di hevdîtina 3’yê çileya 2013’an de wiha gotibû: “Li Sûriyeyê ereb jî dikarin li qadên xwe parastinê zêde bikin. Nexwe dibe ku bên tunekirin. Divê bên gel hev. Divê gel esas bê girtin. Li Sûriyeyê ji bo demokrasiyê kî ji xwe bawer be dê bi wan re bibin yek.”   ÇARESERÎ DI XETA PYD’Ê DE YE   Ocalan ku bal kişandibû ser rola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a di çareseriya krîza Sûriyeyê de, di hevdîtina 24’ê hezîrana 2013’an de ev nirxandin kiribû: “Pêvajoyê, rastiya xeta PYD’ê ya li Sûriyeyê aşkere kiriye. Li Sûriyeyê çareserî xeta PYD’ê ye. Êdî vê yekê herkes baştir dizane. Xeta PYD’ê demokratîk e. Dê heza xwe ya artêşê zêde bikin û weke bîrdozî bihêz bin.”    DI ERDOGAN DE SENDROMA MENDERES HEYE   Rêberê PKK’ê Ocalan, di hevdîtina 21’ê tîrmeha 2013’an de têkildarî bêtehamuliya AKP’ê ya li dijî modela xweseriya demokratîk a li Rojava ev hişyarî kiribû: “Tecrûbeya min a Sûriyeyê heye, ez baş dizanim. Min ji şandeyê re jî got. Xistina Mûrsî xistina Erdogan e. Duh kesê rayedar vedigot. Got ‘Me ji Mûrsî re gotiye wê te bêxin, zilam hêj jî dikeniya’. Min jî bûyera Menderes bi bîr xist. Di Erdogan de jî Sendroma Menderes heye. Dê wî jî weke Mûrsî bêxin lê cidî nagire. Bi daxuyaniya PYD’ê ya xweseriyê re asê mane. Ma li wir ji xwe ev du sal in bi awayekî fiîlî xweserî nîne? Ji roja destpêkê ve heye. Tişteke hatiye guhertin nîne. Mûrsî çawa çûbe, wê li ser Sûriyeyê heman tiştî bikin.”   ÇARESERIYA LI SÛRIYEYÊ, ÇARESERIYA LI TIRKIYEYÊ YE   Ocalan ku qala êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di heman hevdîtinê de wiha gotibû: “Çima weke gayên ku sor dîtine êriş dikin? Ji xwe me PYD amade kiriye. Ji hevdîtinê re amade ne. Dijminatiyê jî nakin. Tirkiye ji ya bi Barzanî re pir prensîbtir dikare têkiliyên xwe deyne. Divê dest ji Nusrayê berdin. Heke agirbest çêbibe, deriyên sînor dikarin vekirî bên hiştin. Lê bila agirbesteke weke ya ji 11 xalan pêk dihat nebe, ew seqet e. Heke agirbest pêk neyê, wê hemû hêzên xwe di navbera Dîcle û Firat de bi cih bikin. Wê bi herêmên ereb re jî tifaqê bikin û Nusrayê biavêjin. Di bin banê Yekitiya Demokratîk a Sûriyeyê (Ji bilî Konseya Bilind a Kurd) dê yêkitiyeke ku ereb û kesên din di nav de ava bikin. Dê ji Reqayê û bakurê Helebê dest pê bikin ber bi bakur ve yêkitiyekê ava bikin. Dê li ser du tiştan bixebitin. Bi Esad re yan jî bi OSO’yê re dikarin çareseriyekê û agirbestekê pêk bînin. Bi vî awayî dikarin bi her du aliyan jî çareseriyê bidin kirin. Ev rewş dikare li Sûriyeyê pêşiya çareseriyê veke. Dê Tirkiye jî ji vê polîtîkaye sûd bigire. Çareseriya li Sûriyeye ya Tirkiyeyê, çareseriya li Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ye. Hêvî dikim ku bikarin vê têxin meriyetê. Bila li Efrîn û Ezazê bi tirkmen û suryanan re jî biaxivin. Ev yekitî wê zorê bide Esad jî û dikare Sûriyeyê ji vê çiravê derxînin.”   LI SÛRIYEYÊ BINYADEKE HOMOJEN NE PEKAN E   Ocalan, di hevdîtina 17’ê tebaxa 2013’an de jî diyar kiribû ku haya Tirkiyeyê ji rewşên ku ew neçarî şer kirine nîne û wiha axivîbû: “Kîjan rejîm bibe bila bibe wê rêveberiyên xweser hebin. Çareseriyeke din nîne. Li Sûriyeyê binyadek û jiyaneke homojen ne pêkan e. Em vê pêşniyarê li Tirkiyeyê jî dikin. Bila birêz rayedar jî bizane êdî ew dikarin biryar bidin. Ji xwe sînorekî 900 kîlomîtrokare heye; wê têkiliyên aborî û civakî jî gelek baş pêş ve biçin. Sînorê 900 kîlomîtro wê bibe sînorê dostaniyê. Kes nikare êdî Sûriyeya kevin ava bike, em jî li Sûriyeyeke wisa najîn.”   ‘HEKE YEKITÎ NEBE DÊ MÎNA MISRÊ LI WAN BIBE’   Rêberê PKK’ê di hevdîtina 15’ê îlona 2013’an de ji bo Sûriyeyê ev pêşniyar kiribûn: “Heke dewlet li Sûriyeyê çareseriyekê bixwaze, divê di çarçoveyeke rast de bi wan re peywendiyan deyne. Muxalefeta Sûriyeyê çawa hikûmeteke demkî avakirin û serokê wê diyar kirin, bila ew jî hikûmeteke demkî ava bikin û serokê wê diyar bikin. Wê Sûriye bibe hikûmeta yekitiya demokratîk. Bila yekitiya Sûriyeyê biparêzin tenê li ser navê kurdan tevnegerin. Bila konseya xwe bi xwe weke parlamentoyê diyar bikin. Bila bi serokê xwe yê hikûmetê biçin Cinevê. Wê li Cinevê hikûmetên OSO û demokratan bibin yek û veguherin yek hikûmetê. Çareserî jî encax wisa pêk were. Heke li Cinevê yekitiyek çênebe dê mîna Misrê li wan bibe.”   ‘EM NAHÊLIN KURD BIHELIN’   Ocalan, diyar kir ku heke tifaqa dijkurd bidome bivê û nevê jî dê şer hebe û di hevdîtina 9’ê çileya 2013’an de van tiştan dibêje: “Min ji wan re jî got wer in em li Sûriyeyê bi hev re tifaqekê çêbikin. Çima dîwar tê çêkirin, ma hûn dîn û har in? Çima têlan lê dirêsînin? Çima mayîn tên danîn? Ma hûn dîn in? Tekane daxwaza wan ew e ku kurd li wir nebin hêzek. Lê heke kurd li wir nebin hêz dê rejîmeke faşîst derkeve holê. Ev dînîtiyeke çawa ye ev? Min ji bo ku ev bê derbaskirin Komîsyona Mîsak-i Mîllî pêşniyar kiribû. Mîsak-i Mîllî ji bakurê Helebê dest pê dike. Şûna ku tu wir bi têl bikî divê tu sînoran rakî. Sînorên heyî rakî. Li şûna ku dê piştgiriya çeteyên weke El Nusrayê bikin, çima vê nabînin? Çawa Îran piştgiriya Hîzbûllahê dike, ew jî dê piştgiriya PYD’ê bikin. Heke li Sûriyeyê kurd nebin, wê hêzeke faşîst a baş çêbibe. Ev Esad nas nakin. Ez 20 salan mijûl bûm. Min li ser pişta şêr siyaset kir. Ev dê Tirkiyeyê 50 salan mijûl bikin. Bi piştgiriya PYD’ê hûn dikarin vê asteng bikin. Ev yek dibe hevsengiya Amerîka, Îsraîl û Esad. Em fedakariyeke mezin dikin.”     Li ser ragihandina şandeyê ya gotinên serokwezîrê demê Tayîp Erdogan ku digot; “Tekane xeta min a sor heye ew jî Sûriye ye. Ez ê destûr nedim ku li wir jî pergaleke weke ya bakurê Iraqe were avakirin”, Ocalan jî wiha gotibû: “Em jî nahêlin di nava dewleta Sûriyeyê de kurd bihelin. Ev jî xeta me ya sor e.”   AN GUFTÛGOYEKE WATEDAR AN JÎ PEVÇÛNEKE KAOTÎK   Ocalan, di hevdîtina 7’ê kanûna 2013’an de hişyariya “Sûriyeya duyemîn nêz e” kiribû û wiha gotibû: “Ji ber ku li cem me çiya hene, dê bi çiyayan ve bibin yek. Ez vê hişyariyê cara dawî dikim. Sûriyeyeke duyemîn wê bivênevê be. Êdî ez nikarim vê asteng bikim. An guftûgoyeke watedar an jî pevçûneke kaotîk. Ji AKP’ê û Hakan Fîdan re vê bibêjin. Derdikevin televîzyonan û dibêjin ‘Ocalan wê mudaxile bike’. Ez êdî mudaxile nakim. Celad di derî de bisekine, ez ê celad tercîh bikim. Bila her tiştî neavêjin stûyê min. Divê li dijî dewleta paralel em di bingeheke hevpar de werin gel hev.”   ‘MIN 20 SALÊN XWE DAN SÛRIYEYÊ’   Ocalan, diyar dike ku 20 salên xwe dane Sûriyeyê û di hevdîtina 8’ê sibata 2014’an de têkildarî hewldanên AKP’ê yên bi çareseriya Esad re van gotinan dike: “Derewan dikin. Heke li Rojava encamek were girtin dê werin bi min re biaxivin. Min 20 salên xwe dan wê derê. Kesek bi qasî min wan deran nas nake. Esad jî bi malbatî min nas dike. Esas kesên bi Esad re bûn yek ew bûn. Bila min nedin axaftin. Ewilî Esad birayê baş bû. Hev du hembêz kirin, serdanên bi hevjînên xwe re… Pişt re Esad bû dijmin. Ev kancîtî ye. Nikarin biryarê bigirin. Min beriya 4 salan pêşniyarên guncav pêşkeş kirin. Biryarên gelek xelet dan. Bila rezdar bibin û wisa biryarê bidin. Bila hewl nedin ku bixapînin.”   ‘WÊ VEGERE ERDNÎGARIYA KOMKUJIYÊ’   Rêberê PKK’ê di hevdîtina 15’ê tebaxa 2014’an de destnîşan kir ku li Sûriyeyê ji bo çareseriyê divê bi gelên din re lêgerîneke hevpar hebe û ev hişyarî kiribû: “Heta ku ez nebim hevsengiyên wê derê, eşîretên wê derê nizanin. Ez wan bi xetên wan ên dîrokî ve yek bi yek dizanim. Ji ber wê divê nêrîna min bigirin. Divê PYD divê mijarê de ji hevkariyê re vekirî be, an ku divê di mijara tifaqan û herêmên bên girtin de amadekariya xwe bike. Hemû pêşniyarên min ji bo Sûriyeyeke demokratîk e. Heke ev pêk neyê wê vegere erdnîgariyeke komkujiyê.”   Ocalan, di hevdîtina 27’ê sibata 2015’an de jî nêzîkatiya desthilatê ya li dijî meseleya Sûriyeyê rexne dike û ev tişt gotibûn: “Ez ji roja ewil ve dibêjim. Meseleya Sûriyeyê wê çarenûsa hikûmeta AKP’ê diyar bike.”   MA / Mujdat Can