Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest 2022-08-15 11:26:46 AMED - Rojnameger Zeynel Abidîn Bûlût destnişan kir ku girtîgeh ji wan heqê ceyranê xwestiye û ji wan re wiha hatiye gotin: “Hesabê pereyê we yê her girtiyekî di destê me de ye. Hûn nedin jî em ê ji hesabên we bibirin.”   Li Amedê 16 rojnamevanên kurd di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin. 6 rojnameger di 6’ê tîrmehê de şandin Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2’yemîn. Zeynel Abidîn Bûlût yek ji wan rojnamegeran e û derbarê bêhiqûqiyên li girtîgehê diqewimin name ji ajansa me û rojnameya Xwebûnê re şand.    Nameya Bûlût ku qala binpêkirinên mafan û neheqiyê li wan tên kirin wiha ye:    "Di destpêkêda silavên xwe yên germ ji were dişînim û hêvîdarim ku rewşa we baş be. Her çi qas derfetên me yên şopandina we û xebatên we kêm be jî em dizanin ku hûn hevalên hêja û hempîşeyên bi nirx di atmosfereke çawa de xebatên xwe dimeşînin. Bi rastî jî çav û guhên me li weye! Her wiha em dizanin çav û guhên we jî li me ye.  ,   BÊHIQÛQÎ JI ALIYÊ WEZARETA DADÊ VE HATIYE SAZKIRIN    Hevalên hêja kêm zêde hûn jî nêz ve rewşa zindanan dişopînin. Bi rastî ji di her warî de neheqî û bê hiqûqîyek heye û her berdewam e. Gelek caran girtî û hukûmxwar bi berxwedana xwe hin sepan û ferzkirinan dişikînin. Lê hin caran jî rastî rêbazên qirêj yên bêedaletî tên. Bêguman bingeha bêhiqûqî û bêedaletiyê ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye sazkirin ê yek bi taybetî li zindanan û bi giştî bandorê hemû beşên civakê yên ji vê rêveçûnê aciz, yên ku li dijî vê pergala bêhiqûqî radiwestin, dengê xwe derdixin dike.    Mirov dikare bêje, niha pêywira sereke ya Wezareta Dadê bûye pêşxistina neheqî û bêhiqûqîyê. Lewre bi hezaran girtî û hikûmxwar, ji aliyê dozgeriyan û dadgeriyên vê wezaretê û li ser birdoziya desthilatiyê ku hatine zindanîkirin û cezakirin. Îro bi her cure sepan û pêkanînên dijminatî û dij hiqûqî ve rûbirû mane. Li aliyekê jî ji azadiyê bêpar tên hiştin, li aliyên din jî ev zindanên ku lê dîl tên girtin wezaretê vegûherandiye qadeke mêtingeriyê. Li hemû zindanan heman polîtîka tên meşandin. Ez ê li gorî derfetan di demên pêş de xal bi xal vebêjim. Lê belê niha dixwazim tenê li ser mijarekê rawestim û bi we re parve bikim.    EM NE LI SER KÊFA XWE LI VIR IN    Hevalên hêja wekî hûn jî dizanin di 6’ê tîrmehê de em 6 rojnamevan ji Girtîgeha Tîpa D’yê şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê. Ez ê qala rewş û polîtîkayên li vê derê nekim. Lê belê piştî ku meha me li vê derê tije bû gardîyanekî ku di destê wî de maqbûzek hebû hat ber deriyê qawişa me û heqê ceyranê ji me xwest. Di destpêkê de em matmayî man. Min jêre got 'Tu henekên xwe dikî? Heqî ceyrana çi?' Wî jî got 'Na wele henekên xwe nakim. Heqê ceyrana ku we di nava vê mehê de bikar anîye 212 TL’ye'. Me jî got 'Ev bêhiqûqî ye û em bi kêfa xwe ne li vir in. Lewma jî em heqê ceyranê nadin'. Wî jî got 'Ev ne girêdayî vê saziyê ye. Beriya niha jî yên îtîrazî vê yekê kirin û serî li Wezareta Dadê dan jî hebûn lê tiştek ne guherî'.    'EM Ê JI HESABÊ WE BIBIRIN'    Bersiv û biryara Wezaretê nîşanî me da. Wezaretê li ser îtirazê ev bersiv dabû '...  Bicîhkirin, germ kirin û ronîkirina odeyên girtiyan aydê saziyê ye, lê li gel vê yekê lêçûna taybet ya ceyranê aydê girtiyane'. Li ser vê yekê jî disa me got em heqê ceyranê nadin. Lê gardiyan got 'Hûn nedin jî dê ji hesabên we were birîn'. Ev jî tê wateya 'Hesabê her girtiyekî yê pere di destê me de ye. Hûn nedin jî dê ji hesabên we bê birîn'. Me pirsa heqê KW çiqas e? kir. Wî jî got '3.46 TL ye û we jî 61 KW xerç kiriye'. Me got çima evqas zêde ye? Gardiyan got 'Mehek berê heqê KW 2.30 TL bû, lê vê mehê zem hatiye kirin û bûye 3.46 lîre'. Me jî got, ne ku em nikarin bidin lê ji ber ku bêhiqûqiye em bi rizaya xwe nadin û em ê vê bêhiqûqiya skandal ji raya giştî re ragihînin, teşhîr bikin û bi rêya parêzerên xwe jî serdana hiqûqî bikin.     Hevalên hêja li ser vê yekê me pirsî û lêkolîn kir, ya rast di tevahî zindanan da ev sepana bê hiqûqî heye. Wekî helwest ji girtiyên siyasî heqê ceyranê nadin û di warê hiqûqî de dest bi têkoşînê kirin e. Armanc ew e ku raya giştî bê avakirin û dawî li van sepanên bêhiqûqî bê.     Hevalên hêja li vê derê dawî li vê mijarê tînim û xatirê xwe ji we dixwazim. Lê belê careke din her kesî silav dikim, rêz û hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Bi hêviya rojên azad em hev du bibînin, her tim têkoşerê azadiyê bin."