Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan 2022-08-15 11:30:36   DENÎZLÎ - Songul Îlker ji bo kurê wê girtiyê nexweş Ekîm Polat were tedawîkirin, li pêşiya girtîgehê dest bi çalakiyê kiribû. Îlker, bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyên nexweş.    Girtiyê nexweş Ekîm Polat li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dest bi greva birçûbûnê kiribû. Rewşa Polat, roj bi roj xerabtir dibe. Dayika Polat, Songul Îlker jî ji bo ku kurê wê bê tedawîkirin, li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Çalakiya Îlker di roja 3’yan de berdewam e.    Dayik Îlker, da zanîn ku kurê wê nayê tedawîkirin lewma dest bi greva birçîbûnê kiriye. Bi domdarî Îlker, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya kurê wê 15 roj li pey xwe hişt û wiha got: “Dê çalakiya min a rûniştinê ya li pêşiya girtîgehê bidome. Divê hemû kes deng bide dengê girtiyên nexweş. Divê hemû kes piştgiriyê bide. Heta ku girtiyên nexweş tên dermankirin jî hewceye hemû kes guh bide vî dengî.”   ÇI BÛBÛ?   Girtiyê bi navê Ekîm Polat di sala 2016’an di bûyerên Parka Geziyê de li ser îfadeyên “şahidê nepen”, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Di dozê de 24 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Beriya ku bikeve girtîgehê ti pirsgirêkên wî yên tenduristiyê nebûn lê di vê pêvajoya 6 salên girtîgehê de rîtma dilê wî xerab bû û nexweşiyên weke KOAH, helîna hestiyan, tumor, hîpertansiyon, xerabûna çavan û penceşêr lê peyda bûn. Ev 4 meh in mafê tedawîkirinê yê Polat tê astengkirin. Polat, ji ewil birin Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê û piştre jî veguhestin Girtîgeha Bandirmayê, Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê û herî dawî jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê hate kirin.