Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire 2022-08-15 12:06:12 RIHA - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê bigire. Berdevkê Demê yê Platformê Gokhan Dayik di çalakiyê de got: “Daxwaza malbatê ne merhemet lê edalet e.”  Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 525’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîsan nehişt ku dayik û kurê wê li sîberê rûnin û wan jî li gel Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Endamên platformê dê di tevahiya rojê de bi malbatê re nobetê bigirin.    Berdevkê Demê yê Platformê Gokhan Dayik di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew bi malbatê re ne û wiha got: “Bi awayekî derhiqûqî li malbatê qedexe kirin ku bikevin avahiya edliyeyê. Divê ne qedexeyan, daxwaza edaletê ya malbatê pêk bînin. Daxwaza malbatê pir vekirî ye. Divê nepeniya li ser dosyaya nexweşxaneyê were rakirin, faîl bên darizandin û Fadil Şenyaşar ê di hucreya yekkesî de tê ragirtin were berdan. Daxwaza malbatê ne merhemet lê edalet e. Tiştekî ji rêzê nîne ku ev 4 sal in biryara nepeniyê li ser dosyaya nexweşxaneyê heye. Bawerim mînaka vê li Tirkiyeyê nîne. Aşkere ye ku zexta siyasî û hesabên cuda li ser dosyayê hene. Hesabên kê li ser vê dosyayê hebin, divê dev ji van hesabên xwe berde û edaletê pêk bînin.”    'DÊ ZEXT NEKARIN ME TÊK BIBIN’   Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku li holê bêhiqûqiyek heye û ev tişt anî ziman: “Hemû kes vê zilmê dibîne. Dayikeke heye ku hevjîn û du kurên wê hatine kuştin. Lê biryara nepeniyê didome. Edalet pêk nehatiye lewma zilm jî berdewam e. Di rewşeke wiha ya zilmê de em jî nikarin li jiyana xwe ya asayî vegerin û li mala xwe rûnin. Divê rayedar di zûtirin demê de tişta pêwîst bikin. Dê zext nekarin me têk bibin. Heta ku edalet pêk tê jî em ê ji pêşiya edliyeyê neçin.”