Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da 2022-08-15 12:16:25 ÊLIH - Endamê PM’a DBP’ê yê berê Mehmet Candemîr ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Candemîr ji ber krîza dil wefat kiriye.  Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê yê berê û endamê Meclisa Partiyê (PM) yê berê Mehmet Candemîr (60) li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îro di danê sibehê de li malbata Candemîr geriya û îdia kir ku Candemîr ji ber krîza dil de jiyana xwe ji dest daye. Bi bihîstina agahiyê re malbata Candemîr ber bi Gîresûnê ve kete rê. Cenazeyê Candemîr dê li Goristana Asrî ya Êlihê were definkirin. Birayê Candemîr, Ahmet Candemîr da zanîn ku kekê wî herî dawî di roja înê de li wî geriya bû û gotibû ku rewşa wî baş e.    Candemîr ku 4 zarokê wî hene, ev 4 sal bûn di girtîgehê de bû. Candemîr di navbera salên 2014 û 2016’an de Hevserokatiya DBP’a Êlihê kir û di 4’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê ya di 29’ê gulana 2016’an de jî weke endamê PM’ê hate hilbijartin. Di 21’ê îlona 2016’an de di encama serdegirtinên li Hezo û Sasonê yên Êlihê de bi îdiaya “di hilbijartinên 7’ê hezîranê û 1’ê mijdarê de di komîsyonên qanehkirinê de cih girtiye” hate binçavkirin. Her wiha bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin. Candemîr ji sala 2016’an heta niha girtî bû û di 17’ê çileya sala 2021’an de jî 17 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.