Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike 2022-08-15 13:00:57 AMED - Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat diyar kir ku ew ê giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku heqaret li Şêx Seîd kiribû, bikin.    Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag duh li ser hesabê xwe yê Twiterê heqaret li rêberê kurd Şêx Seîd kiribû. Bikarhenerên Twitterê bertek nîşanî Ozdag dan.    ‘BEHR BI DEVÊ KUÇIK NAHERIME’    Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî Kasim Firat jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî Ozdag da û got: “"Behr bi devê kuçik naherime. Yên ku ziman dirêjî Şêx Seîd Efendî dikin û heqaretê lê dikin bila baş bizanibin, me qet li dijî van zalimên ceberût serî netewand. Şêx Seîd Efendî rûmeta gelê kurd û yên pê bawer dikin e. Ez bawerim wê kurd bersiva faşîstên çêrok bidin.”   ‘HEDÊ XWE DERBAS KIRIYE’    Me têkildarî mijarê xwe bi telefonê gihand Kasim Firat û derbarê mijarê de wiha got: “Tişta ku ev zilam dike êdî hedê xwe derbas kiriye. Em nizanin çi dixwaze û li ser navê kê dixebite. Li gel ku tu eleqeya kalikê me û nirxê gelê kurd Şêx Seîd bi mijarê re nîne jî lê radibe heqaretê lê dike. Em wek warisên wî û komeleyê, derbarê Umit Ozdag de gilî bikin.”    Firat anî ziman ku ew ê ji sûcên “xelkê berpêşî kîndariyê û dijminatiyê dike û biçûkxistinê” û “heqaret kiriye” giliyê Umît Ozdag bikin.