Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin 2022-08-15 13:51:32 WAN - OHD, Baroya Wanê û TUHAY-DER’ê “Rapora Girtîgehên Herêma Derya Reş” eşkere kir û hat diyarkirin ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtiyan her ku diçe girantir dibe û mafê herî mirovî yê bingehîn jî tê astengkirin.  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê,  Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê û Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Şaxa Wanê “Rapora Girtîgehên Herêma Derya Reş” ku tê bale dikişîne ser binpêkirinên mafan amade kirin. Ji bo eşkerekirina raporê li Ewyanas Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Wanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Endamê OHD’a Wanê parêzer Zinar Kef raporê xwend.    ‘GIRTIYAN NAŞÎNIN NEXWEŞXANEYAN’    Kef diyar kir ku parêzer çûne girtîgehên herêma Derya Reş û bi girtî û hikumxwaran re hevdîtin kirine û her wiha serlêdanên malbatan ji bo saziyan kirine rapor. Kef da zanîn ku parêzearn li girtîgehên Bafra Tîpa T, Gîresûn Espiye Tîpa L, Trabzon Beşikduzu, Kalkandereya Rîzeyê Tîpa L, Bayburt Tîpa M, Erzirom Tîpa H, Dumlu Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind û Oltuya Erziromê ya Tîpa T’yê serdana girtiyan kirine û wiha got: “Di serdanên me kirin de ji me re ev hatin gotin, girtiyan dereng dibin nexweşxaneyan. Leşker û gardiyan lêgerîna nava dev dikin. Girtî viya qebûl nakin. Ji ber vê yekê wan nabin nexweşxaneyan. Di mehên dawî de kesî nabin nexweşxaneyê. Tedawiya girtiyan bi hêceta lêgerîna nava dev tê astengkirin.”   ‘AKTÎVÎTEYÊN CIVAKÎ QEDEXE NE’    Kef diyar kir ku girtiyên ku radyoyan ji kantînê dikirin tên desteserkirin û ji hefteyê carek li odeyan lêgerîn tê kirin û tu rojnameyek muxalîf û kurd nadin girtiyan. Kef got giştên kantînê gelek biha difiroşin girtiyan, name bi derengî tên xistin û nameyên bi kurdî nadin girtiyan. Kef da zanîn ku çalakiyên wek kurs, kargeh û sporê ku ji ber pandemiyê hatibûn qedexekirin lê tevî ku pandemî qediyaye jî lê hê jî ev çalakî qedexe ne û ji du mehan carek tê hiştin ku çalakiyek futbolê bê lidarxistin.    ‘MAFÊ MIROVÎ HATINE ASTENGKIRIN’    Kef destnîşan kir ku mafên herî bingehîn ên girtiyan û hikumxwaran tê astengkirin û got: “Terîda li ser girtiyan derxistine asta herî jorê. Girtiyan dişînin girtîgehên dûr û malbat nikarin biçin zarokên xwe bibînin. Ev yek rewşa malbatan jî dixe xeteriyê. Lewma divê mafê telefonê hin bêtir bê dabînkirin. Divê mafên civakî yên hemû girtiyan bicih bên. Heke aktîvîteyên civakî neyên kirin ev yek li ser beden û ruhê girtiyan bandora neyînî dike u dike ku bi tenê bên hiştin.”    AMÛRÊN RAGIHANDINÊ QEDEXE NE    Kef destnîşan kir ku mafê girtiyan ê xwegihandina TV, radyo, pirtûk, rojname, kovar jî tên astengkirin û pirtûk hatine kotakirin û rojnme jî hatine qedexekirin. Kef anî ziman ku rêveberiyên girtîgeh bi vê rêziknameya nû re ku raye ji bo wan hatiye dayîn bi xerabî li dijî girtiyan bikar tînin.    LÊGERÎNA TAZÎ   Di dawiya raporê de jî pirsgirêkên ku li girtîgehan diqewimin hatine vegotin û di serê van pirsgirêkan de jî hat diyarkirin k udi ketina girtîgehan de li ser girtiyan lêgerîna tazî tê kirin û girtî bi awayên kêfî diavêjin hucreyan.