Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin 2022-08-15 14:15:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û binçavkirinên li dijî rêveber û endamên HDP’ê ku îro jî berdewam kirin, li HDP’ê hate protestokirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê li dijî zext û binçavkirinan, têkoşîna xwe mezintir bikin.  Ji duh ve li gelek bajaran bi dehan endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê de li Wan, Mêrsîn, Hatay, Edene û Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin û zêdetirî 50 kes hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê Rêxistina HDP’a Wanê ji bo protestokirina binçavkirina endamên Meclisa Ciwanan Nûrûllah Pekbay, Şiyar Aktî, Ferhat Azan û Şerîf Saribulak, daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’a Rêya Armûşê hat dayîn û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û gelek kesên ji HDP, DBP û saziyên cuda amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin” hatibû vekirin.    ‘HDP LI SERPÊYA YE’   Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Şervan Beyazit di daxuyaniyê de got ku demokrasiya Tirkiyeyê di bin gefa “rejîma yekzilam” de ye û wiha got: “Partiya me niha rastî êrişên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tê. Bi awayekî derhiqûqî êrişî endamên partiya me dikin. Bi êrişên ser HDP’ê re hewl didin siyaseta demokratîk krîmînalîze bikin. Di hefteyên berê de bi awayekî derhiqûqî êrişî endama meclisa me Arjîn Tuncer kiribûn. Di çarçoveya van binçavkirinên derhiqûqî de li Wanê endamên meclisa me hatin binçavkirin. Li gelek bajarên din jî ev êriş didomin. Lê tevî her êrişan jî navnîşana ciwanan, HDP ye. Meclisa Ciwanan a HDP’ê li dijî hemû dejenerebûn, nelirêtî û pişaftinê li ser pêya ne. Kesek nikare siyaseta demokratîk a HDP’ê krîmînalîze bike. Banga me ji bo hemû rêxistinên civaka sivîl ew ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin. Nebêjin yên rastî êrişan tên kurd in û xwe bêdeng bikin. Ev bêhiqûqî rojekê dê li we jî vegere.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan” û “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.    MÊRSÎN   Di saetên serê sibehê de polîsan li navçeyên Tarsus û Sîlîfkeyê yên Mêrsînê bi ser 10 malan de girtin. Di encama serdegirtinan de kesên bi navên S.A., A.S., M.O., M.R., A.M., S.A., Î.A., Y.D., N.A. û M.A. hatin binçavkirin. 2 kesên navnîşana wan nehat dîtin jî nehatin binçavkirin.    Her 8 binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê hatin kirin.    HATAY   Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê bi hinceta ku di Newroza sala 2015’an de dirûşm hatine berzkirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê yekê, polîsan di saetên serê sibehê de li Erzîn û Îskenderûnê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinan de endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Zekî Koç, Hevserokê HDP’a Erzînê Diyadîn Sirça, Hevserokê Partiya Kesk û Pêşeroja Çep a Erzînê Îsmet Katran û endamê wan Alî Taylan, Behçet Aslan ê HDP’î û Firat Tore hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Mehmet Oturmak li malê nebû lewma nehat binçavkirin. Ji binçavkiriyan Koç birin Midûriyeta Emniyetê ya Îskenderûnê û yên din jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Erzînê. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, binçavkirî hatin berdan.    EDENE   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan li navenda Edeneyê û navçeya Ceyhanê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de zarok jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 14 jê piştî kar û barên îfadegirtinê, hatin berdan û 6 kesên din jî hêjta di bin çavan de ne.    ÎZMÎR    Di saetên serê sibehê de polîsan li Manîsa û Îzmîrê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de li Îzmîrê 9, li Manîsayê jî 6 kes hatin binçavkirin. Nehat zanîn bê ka ev kes ji ber çi hatine binçavkirin. Kesên binçavkirî hêj niha jî li midûriyeta emniyetê ya bajêr tên ragirtin.    Li Îzmîrê ji kesên hatine binçavkirin navên hatine hîn bûn ev in; “Sîbel Aktulum, Leyla Demîrkaya, Cengîz Kuçukgol Koy û Emre Yalçin”. Li Manîsayê jî ev kes hatine binçavkirin: “Dogan Alpar, Havva Sevîlen, Alî Aslan, Memduh Ektîren, Ekrem Taş û Muhammed Ezver Toplu.”