Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin 2022-08-15 22:38:02 STENBOL - Midura me ya ji Karên Nivîsan Berpirsyar Dîren Yurtsever hate binçavkirin.    Midûra Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) ya ji Karên Nivîsan Berpirsyar Dîren Yûrtsever hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Yûrtsever a ji Amedê ber bi Stenbolê ve diçû, bi hinceta derbarê wê de biryara lêgerînê heye li Balafirgeha Sabîha Gokçen hatiye binçavkirin.    Yûrtsever li balafirgehê tê sekinandin.