Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin 2022-08-19 08:02:19 RIHA - Girtiyên nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) kul i Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê dihat ragirtin hate qetilkirin.  Girtiyên nexweşê giran Bazo Yilmaz (67) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê dihat ragirtin hate qetilkirin. Girtîgehê duh bi şev li malbata Yilmaz geriya û agahiya mirina wî danê. Cenazeyê Yilmaz rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê.    Yilmaz ê li ser pirsgirêkên tenduristiyê di 8'ê sibata 2021'ê de rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) re rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" hatibû dayîn. Îtîraza ku têkildarî raporê li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû kirin jî hatibû redkirin. Yilmaz ê bi nexweşiya Kronîk Obstruktîf a Kezebê (KOAH) ketibû û girêdayî cîhazê oksîjenê dijiya.    Şaredarê Bajaroka Goganê yê berê û endamê Meclisa Şaredariya Xelfetiyê Yilmaz, bi îdiaya endamê Kongreya Civaka Demokratîk bûye di 12'ê Mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û girtin. Di sala 2018'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Yilmaz de 9 sal cezayê hefsê hate dayîn.